WAN - Di ser hilbijartinê re 11 roj derbas bûn, lê belê hîn jî mazbatayên gelek hevşaredaran nehatiye dayîn. Waniyan bertek nîşanî vê yekê da û gotin, divê her kes rêzê nîşanî vîna gel bide.
Di ser hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re 11 roj derbas bûn, lê belê hîn jî mazbatên gelek hevşaredarên HDP'î nehatiye dayîn. Li gelek deveran li ser îtirazên AKP'ê mazbatayên hevşaredarên HDP'î nayê dayîn. Gelê Wanê bertek nîşanî vê yekê da û gotin, divê her kes rêzê nîşanî vîna gel bide.
‘GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKET'
Ahmet Bûlût, destnîşan kir ku careke din gel xwedî li vîna xwe derketiye û got: "Her çend bi qeyûman zilm li gel kirin jî, lê dîsa gel xwedî li vîna xwe derket û şaredariyên xwe bi dest xist. Hikûmet rêzê nîşanî vîna gel nade. 10 roj in me şaredariyên xwe yên hatibûn xespkirin bi dest xistine, lê hîn jî mazbatayên hevşaredarên me nedane. YSK, di bin emrê AKP'ê de ye. Em gelê Wanê xwedî li vîna xwe derketin û divê demildest mazbata bên dayîn."
'DIVÊ MAZBATA BÊN DAYÎN'
Ramazan Aslan jî bilêv kir ku HDP li Wanê bi rêjeyeke mezin bi ser ketiye û got: "HDP, li Wanê ji 14 şaredariyan 10 şaredarî bi dest xistin. Li ser gel zext û zoriyên mezin hene. Lê dîsa jî gel bersiv da wan. Lê hîn jî mazbatayên hevşaredarên HDP'î nedane. Divê demildest mazbatayan bidin. A tê kirin bêhiqûqî ye. Em dixwazin mazbata bên dayîn."
Ferhat Demîr jî bilêv kir ku HDP li Wanê partiya yekemîn e û got: "Bêhurmetî li vîna gel kirin û qeyûm tayîn kirin, lê gel di hilbijartinê de bersiveke baş da. Mazbatayan bidin, bêhurmetiyê li vîna gel nekin."
‘BILA MAZBATAYÊN ŞAREDARÊN ME BÊN DAYÎN'
Tahîr Işik jî, diyar kir ku li gelek deveran îtirazên AKP'ê hatine qebûlkirin lê belê yên HDP'ê nehatine qebûlkirin û got: "Diviya YSK bi edalet tev bigeriyana, lê nekir. Divê mazbatayên hevşaredarên me ew hilbijartine bên dayîn da hevşaredarê me dest bi karê xwe bikin."
Yûsûf Guneş jî bilêv kir ku destnîşan kir ku divê demildest mazbatayên hevşaredarên wan bên dayîn û got: "Di îtirazên ji bo hilbijartinê de îtirazên HDP'iyan nayê qebûlkirin. Em vê rewşê şermezar dikin. Lê tevî hemû tehdîdan jî gel çû ser sindoqan û bersivek baş da. Tevî ew qas gef û zextan jî encam baş bû."