WAN - Dayika Ergîn Aktaş ê her du milên wî tune ne û 40 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Fatma Taş got: "Daxwazên zarokên me qebûl bikin."
Li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Ergîn Aktaş e. Her du milên aktaş tune ne û bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Aktaş, ji 2'yê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
‘MEHEK E XWÎN JI DEVA TÊ'
Hat diyarkirin ku mehek e bêhalî, kuxik, bêhnçikandin, tansiyon li Aktaş peyda bûne û xwîn ji deva tê. Hat destnîşankirin ku Aktaş ji 26'ê Adarê ve di hucreyeke yekkesî de dimîne. Dayika wî Fatma Aktaş, anî ziman ku kurê wê bi zorê şekir, xwê, ava fêiyan û tiştê avî vedixwe. Dayik Aktaş, destnîşan kir ku ji ber cezayê ragihandinê li kurê wê hatiye birîn ew nikarin bi telefonê jî pê re biaxivin.
'EM NIKARIN XWARINÊ BIXWIN'
Dayik Aktaş ku got "ji ber kurê min nikare tiştekî bixwe, xwarin di qirika wê re jî naçe" got: "Em dixwazin daxwaza zarokên me bê qebûlkirin. Em piştgiriyê didin daxwaza wan. Em ne dikarin xwarinê bixwin ne jî çayê vexwin. Xwedê qebûl neke."
BANG LI WEZARETA DADÊ Û SEROKKOMAR KIR
Apê wî Mahîr Aktaş jî got: "Ergîn xistine hucreyê. Rewşa wî nebaş e. Divê Wezareta Dadê, Serkomar û her kes çareyekê bibîne. Bila êdî cenaze ji gitîgehan neyên. Tenê ne ji bo Ergîn divê ji bo hemû girtiyên di greva birçîbûnê de çareyek bê dîtin. Ergîn dibêje 'heta tecrîd neyê şikandin ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.' Mirovek her du milên wî tune ne û di hucreyeke yekkesî de ye. Ma wê çawa li xwe binere? Daxwaza wan daxwaza me ye. Bila tecrîd bi dawî bibe da grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin."