COLEMÊRG – Dayika Dîndar Taş a li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ye Hayat Taş got: "Ji ber ew birçî ne, xwarin di qirika me re naçe." Hanî Farûk, dayika Sînan û Levent Farûk ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ne jî got: "Bêdengî dikuje, dengê xwe li dengê me zêde bikin."
Li Girtîgeha Wanê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî dîndar Taş e. Taş, 5 sal in girtiye û ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Hayal Taş, xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe.
Taş, diyar kir ku hefteya borî bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û got, kurê wê gotiye ji bo zilm bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û ew vê zilmê qebûl nakin.
'XWARIN DI QIRIKA ME RE NAÇE'
Taş, anî ziman ku ji ber girtî di greva birçîbûnê de ne xweşikî warin di qirika wan re naçe xwarê û got: "Sibehê wexta hişyar dibim û çayê çêdikim, kurê min tê bîra min û dibêjim ew nikare çayê jî vexwe û loma ez jî venaxwim. Dilê me perçe perçe dibe. Dizanim ez ne bi tenê me. Li hêlekê dilê min ji bo zarokên me yên li girtîgehê di greva birçîbûnê de dişewite li hêla din jî ji bo malbatên wan. Xwedê vê zilmê qebûl neke."
'EM NAXWAZIN XEBERA MIRINÊ BIGIRIN'
Taş, bal kişand ser mirinên li girtîgehê jî û got: "Em dixwazin greva bi dawî bibe da ji girtîgehan xebera mirinê neyê. Em dixwazin zarokên me rojek berî rojekê azad bibin."
DAYIKA 2 ZAROKÊN WÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE: BÊDENGÎ DIKUJE
Li Girtîgeha Wanê, birayên hev Sînan û Levent Farûk jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.
Dayika wan Hanî Farûk, xwest her kes bibe dengê çalakgeran û got: "Ji ber em nikarin ji bo zarokên xwe tiştekî bikin em perîşan dibin. Divê hin kes dengê zarokên me bibihîsin. Divê dewlet qîrîna wan bibihîse. Em hemû welatiyên heman welatî ne. Bila guh bidin daxwazên zarokên me. Bi mehan e zarokên me di greva birçîbûnê de ne, tî û birçî ne. Divê êdî hin kes gavina bavêjin."
'DENGÊ XWE LI DENGÊ ME ZÊDE BIKIN'
Dayik Farûk, diyar kir ku di serî de Wezareta Dadê û bi giştî hemû rayedar li mirinê temaşe dikin û got: "Divê daxwazên van mirovan di çarçoveyeke wijdanî de esas bê girtin. Em li cem zarokên xwe ne û em pştgiriyê didin çalakiya wan. Ji ber ew li wir birçîne xwarin di qirika me re jî naçe. Ji bo zarokên me ji vê rewşê derkevin, em bang li her kesî dikin ku dengê xwe li dengê me zêde bikin."
MA / Hamza Gunduz