WAN - Dayikên Aştiyê, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê û bang li hikûmetê kirin ku rojek berî rojekê dawî li tecrîdê bînin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tcerîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan bi hezaran girtî jî di greva birçîbûnê de ne. Dayikên Aştiyê yên Wanê bang li hikûmetê kirin ku rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe.
'ÊDÎ BES E'
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya, bal kişand ser rewşa Leyla Guven û bilêv kir ku rayedar xwe li ker û lalîtiyê datînin. Kaya got: "Çi bikeve ser milê me em amade ne. Êdî bes e. Em çûn Enqereyê Meclîsê. Lê li têketina Enqereyê em dan sekinandin. Ji serê sibehê heta êvarî em di binçavan de man. Mixabin dîsa jî gavek nehat avêtin. Em dixwazin êdî aştî bê vê axê. Gavekê bavêjin da zarokên me jî ji grvea birçîbûnê derkevin. Bang li gelê me, hemû gelan, Ewropa û CPT'yê dikim. Ji bo êdî kes nemire gavekê bavêjin. Em naxwazin tu kes jî bimire."
‘ZAROKÊN ME LI BER MIRINÊ NE'
Dayika Aştiyê Keve Işik jî bang li her kesî kir û got: "Destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Em çûn ber deriyê zindanan û Meclîsê. Me serî li her rêyê da. Lê kes ji bo êdî mirin çênebin gavekê navêje. Me zarokên xwe ji bo bimirin mezin nekirin. Mafên zarokên me jî hene. Divê ev yek bê dîtin. Bang li hemû dayikan dikim, divê li dijî vê bêedaletî û neheqiyê bibin yek deng û li cem me cih bigirin." Işik, bal kişan ser rewşa çalakgerên girtî û girtiyên li girtîgehan dawî li jiyana xwe anîn û got: "Zarokên me li ber mirinê ne. Êdî ji girtîgehan xebera mirinê tê. Eger hevdîtin bi Ocalan re bê çêkirin wê her kes rihet bibe. Wê çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibe. Çima wexta mesele tê ser kurdan hûn xwe li ker û lalîtiyê datînin?"
‘XEW BI ÇAVÊ ME NAKEVE'
Işik, anî ziman ku ji bo qebûlkirina daxwazên çalakgeran ew amade ne li her deriyî bixin û got: "Em neheqiyê qebûl nakin. Xew bi çavê me nakeve, em nikarin xwarinê bixwin. Bi mehan e em bang li her kesî dikin da ji girtîgehan darbest dernekevin. Niha mirov dimirin. Mirinê li me rewa dikin. Em qebûl nakin. Bang li her kesî dikim ku rabin ser piyan."
Dayika Aştiyê Heme Akdgan jî, diyar kir ku nehiştin ew têkevin Enqereyê û got: "Em qebûl nekirin. Bi sedan polîs û leşker em dorpêç kirin. Me li nav kolanê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Ji me re gotin ji vira biçin. Mafên me hene, lê rayedarên dewletê bêwijdaniyê dikin. Wê Xwedê vê yekê ji wan re nehêle."
'BILA GAVEK BÊ AVÊTIN'
Besra Salhan, dayika Sînan Salhan ku ji 8'ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê de ye, got: "Ez dixwazim Wezîrê Dadê gavekê bavêje. Ez naxwazim ji girtîgehan cenaze derkevin. Êdî em nizanin em ê biçin kuderê. Em çûn Enqereyê lê tiştek çênebû. Divê êdî gavek bê avêtin."