* Li Xarpêtê tenê palankerek maye, ew jî Metîn Dalbûl e. Dalbûl, got: "Bi piranî koçer û kesên diçin zozanan palanan dikirin. Mişteriyên min ji min re dibêjin 'eger tiştek bê serê te, em ê çi bikin.'"
* Dayikên Aştiyê, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê û bang li hikûmetê kirin ku rojek berî rojekê dawî li tecrîdê bînin.
* Hayal Taş, dayika Dîndar Taş ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ye, got: "Ji ber ew birçî ne, xwarin di qirika me re naçe." Hanî Farûk, dayika Sînan û Levent Farûk ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ne jî got: "Bêdengî dikuje, dengê xwe li dengê me zêde bikin."
* Fatma Aktaş, dayika Ergîn Aktaş ku her du milên wî tune ne û 40 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Daxwazên zarokên me qebûl bikin."
* Îhsan Sînmîş ku piştî hat berdan û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe didomîne, got: "Heta niha 8 mirovên me mirin. Berî hin cenazeyên din ji girtîgehan derkevin divê êdî dengê çalakiyê bê bihîstin. Êdî wext e ku her kes dakeve kuçe û kolanan. Eger em bisekin wê ji girtîgehan xeberên mirinê bên."
* Di ser hilbijartinê re 11 roj derbas bûn, lê belê hîn jî mazbatayên gelek hevşaredaran nehatiye dayîn. Waniyan bertek nîşanî vê yekê da û gotin, divê her kes rêzê nîşanî vîna gel bide.
* Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê Mehmet Kaçar û Îzettîn Sevîlgen, diyar kirin ku daxwazên girtiyaan daxwazên di cî de ne û got: "Em li dor girtiyan bibin xelek û tecrîdê bişikînin."
* Di çarçoveya operasyona bi navê "Aydin KCK" de, bi îfadeyên şahidên xeyalî ceza li 19 kesan hat birîn. Her wiha dozger di mutalaaya xwe de, cotmeha borî de xwest kesê di Cotmeha borî de jiyana xwe ji dest da jî bê cezakirin.
* Endamê HDP’ê Salîh Tekîn ê li avahiya HDP’a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û hat girtin û çend roj berê hat berdan. Tekîn niha çalakiya xwe li mala xwe didomîne.
* Parlementera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku AKP ji bo tahsîsata meha Nîsanê bi îtirazan pêvajoyê taloq dike û mazbatayan nade û ev berdewamiya pêvajoya xespkirinê ye.
* Mûkadder bînîcî, xwişka Mehmet Bînîcî ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê di asteke krîtîk de ye û bang li dewletê kir ku gavina bavêje.
* Malbatên girtiyên ev 41 rojin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dijî tecrîdê d greva birçîbûnê dene bang li Wezareta Dadê û DMME kirin û gotin: “Ji girtîgehan tabût derdikevin. Ma DMME li ku ye? Gelo Wezareta Dadê dê kengî dengê me bibihîse? Ma li bendêne ku 7 hezar kes bimirin?”
* Danişîna doza 5 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hat girtin wê li 23’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbole bê dîtin. (09.15)
* 12'emîn danişîna doza Nobedarên Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku di navde Nivîskar Asli Erdogan û zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay jî di navde 9 rojnamegeran wê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Sendîkayên kedê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê wê têkildarî pirozbahiya 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkeran li Navenda Giştî ya DÎSK'ê civîna çapemeniyê ya hevpar pêk bînin. (11.00)
* Rojnameger Metin Goktepe yê hat kutin wê li Navenda Çandê ya Nazım Hikmet a li Şîşliyê bi bernameyeke bê bibîranîn. (17.00)