WAN – Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û hevşaredarên 3 navçeyanji bo mazbatayên xwe werbigirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr dan. Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe got nedana mazbatayan rê li ber rageşiyê vedike.
Hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci li gel hevşaredarên navçeyên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt, Hevşaredarên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz û Medenî Ozer û Hevşaredarên Tuşbayê Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz bi daxwaza mazbatayên xwe werbigirin daxwazname dan Desteya Hilbijartinê ya Bajêr.
‘RÊ LI BER RAGEŞIYÊ VEDIKE’
Piştî serlêdanê li ber Dadgeha Wanê, Hevşaredar Bedîa Ozgokçe daxuyanî da û diyar kir ku li gel 9 roj di ser hilbijartinê de derbas bûye jî mazbatayên xwe wernegirtine û got: “Divê her kes ji encamên hilbijartinê re rêz bigire. Nedayîna mazbatayan rê li ber rageşiyê vedike.”