AMED – Yildiz Elma ya bi îfadeyên şahidê nepen ê nîne hatibû girtin bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Di 13’ê mijdara 2018’an de li çoltera Amedê operasyon pêk hatibû û Yildiz Elma bi îdaya “endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Duyemîn danişîna doza Yildiz li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Elma, parêzerê wê Ozkan Avci û xizmên wê di danişînê de amade bûn.
Heyeta dadgehê guherî û ji ber vê yekê zabiteyên danişîna berê hatin xwendin. Di danişîna berê de hatibû xwestin ku şahidê nepen “Venus” di rojek ne diyar de bê amadekirin. Lê ji ber ku derbarê kes de biryara tedbîrê tune bû di danişînê de nehat amadekirin.
Dozger xwest Yildiz bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat were berdan.
Yildiz Elma parastina xwe kir û tewanbariya ser xwe red kir û xwest bê berdan.
Parêzer Ozkan Avci jî got delîlên teqez û bibawer nayên dîtin û xwest miwekîla wî bê berdan.
BIRYARA BERDANÊ DA
Heyeta dadgehê bi boneya delîl têr dikin bi şertê kontrola edlî biryara berdana Yildiz da û danişînê taloq kir.