KOCAELÎ - Polîsan mudaxileyî malbatên girtiyên li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn kirin û çalakger binçav kirin.
Polîsan mudaxîleyî malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene yên bi armanca piştgirîyê li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebze dest bi çalakiya rûniştinê ya nobetê kirîbûn, kirin. Malbatan piştî mudaxileya polîsan, li pêşberî girtîgehê çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin.
Polîsên malbat kirin ablûkê, piştî demekê hemû çalakger binçavkirin.