KOCAELÎ - Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di greva birçîbûnê dene, li ber deriyê girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, bi armanca piştgiryê li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebze dest bi çalakiya rûniştinê ya nobetê kirin. Malbat piştî hevdîtina bi zarokên xwe re kirin, li hev kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Malbatan, diyar kirin ku heya çalakiya grevên birçûbûnê bi encam nebin, ewê çalakiya xwe berdewam bikin û gotin: "Em nikarin temaşiyî mirina zarokên xwe bikin. Divê rayedar êdî bêdeng nemînin."
Çalakiya rûniştê ya malbatan berdewam dike.