STENBOL - DÎK’ê bal kişand ser rewşa girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene û got: “Ji bo ku hîn zêdetir tabût ji girtîgehan dernekevin û rondikên dayikan nebarin, divê gav bê avêtin. Di ola me de tecrîd, tune hesibandin û cihêkarî tuneye.”
Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), bi armanca balê bikişîne ser rewşa tenduristiya girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, li avahiya DİYARDER’ê ya li
Endamê DÎK’ê Ekrem Baran dest pê kê di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Îro bi hezaran kes digreva birçîbûnê dene. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ev grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Tecrîda li ser Ocalan, di haman demê de li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîne. Divê tavilê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Ger em deng nedin dengên çalakgeran, dibe ku hîn zêdetir mirin pêk werin. Divê jiyana mirovan bê parastin. Em naxwazin mirov bimirin.”
‘BILA LI QÛRANA PÎROZ MÊZE BIKIN’
Endamê DÎK’ê Mehmet Şîmşek jî, ji Qûrana Pîroz mînak dan û wiha axivî: “Di Qûranê de ol, ziman û nijada mirovan nayê cihê kirin. Ger hûn li ser tiştekê li hev nekin û şerê hev bibin, wê demê berê xwe bidin Xwedê û Pexember. Di Qûranê de mafê mirovan yeke û ji hev nayê cuda kirin. Ji bo heq û hiqûqê û kesên bedena xwe ji birçîbûnê re razandine berê xwe bidin Qûrana Pîroz. Vê zilmê li ser mirovan rakin.”
‘DI OL DE TECRÎD Û CIHÊKARÎ TUNEYE’
Endamê DÎK’ê Mehmet Înan jî, anî ziman ku meyla xwe nedin ser zaliman, berevajî hûnê di agirê ji bo zaliman hatiye amadekirin de bişewitin û wiha axivî : “Leyla Guven û hevalên wê yên dozê, îro li girtîgehan li dijî zilmê, tecrîdê û tune hesibandinê li ber xwe didin. Ev awayê têkoşîneke pir mezine. Ger tecrîd bê rakirin, dê tabût jî ji girtîgehan dernekevin. Em bang li hemû kesên xwedî bi wijdan dikin ku dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku hîn zêdetir tabût ji girtîgehan dernekevin û rondikên çavên dayikan nebarin, divê gav bê avêtin. Di ola me de tecrîd, tune hesibandin û cihêkarî tuneye.”
‘HIQÛQA ROJEKÊ JI ÎBADETA HEZAR SALÎ BAŞTIRE’
Endamê DÎK’ê Mehmet Emîn Aslan jî, destnîşan kir ku li cîhanê mirov tu carî bê hiqûq nemane û wiha bilêv kir: “Li cihê ku hiqûq diqede û mirov muxatap nayên girtin, çalakgerên greva birçîbûnê ev refleks nîşan dane. Divê em ji rayedaran bipirsin ên ku bûne sedem mirov têkevin greva birçîbûnê, gelo çima hûn ne li gorî normên hiqûqê lê li gorî normên xwe tevdigerin? Hiqûqa rojekê ji îbadeta hezar salan baştir e. Yên ku bêhiqûqiyê dikin, îbadeta xwe ya salekê pûç dikin.”