STENBOL – Bavê girtiyê nexweş Îdrîs Başaran, Mehmet Emîn Başaran diyar kir ku îdareya girtîgehê her tim gefa li kurê wî dixwe û got: “Tiştek were serê kurê min, berpirsiyar îdareya girtîgehê û dozger in.”
Malbata girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê tê girtin, li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatê li salonê pankarta “Binpêkirina mafan a li dijî Îdrîs Başaran bila bi dawî bibin” daliqand.
‘TIŞTEK BIBE ÎDARE Û DOZGER BERPIRS IN’
Di civînê de ewil bavê Başaran, Mehmet Emîn Başaran bi bîr xist ku 26 sal in kurê wî girtiye û got: “Kurê min nexweşek giran e. Li hepsê her tim wî tehdît dikin. Nahêlin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Îdare diçe wî tehdît dike. Em ji jiyana kurê min bi guman in. Heke ku parêzer neçin wî nebînin, em tu agahiyê jê nagirin. Em nikarin her tim biçin girtîgehê û werin. Ez bang li hemû mirovên demokrat ên li welat dikim. Zext tenê ne li ser Îdrîs hene li ser tevahiya girtiyan hene. Dibe ku her kêliyê mirin derkeve. Divê êdî her kes dengê xwe derxe. Heke mirin pêk were dê kî jê sûd werbigire? Tu kes ji van mirinan sûdê wernagire. Di hevdîtina dawî ku me pê re kir gardiyan li ser serê wî sekinîbûn. Heke tiştek were serê kurê min, îdareya girtîgehê û dozger berpirsiyar e. Bila hemû raya giştî dizanibe.”
‘BILA ÊDÎ HÊSIRÊN ÇAVAN BI DAWÎ BIBIN’
Dayika Başaran, Nesîbe Başaran jî destnîşan kir ku divê gavek berî gavekî dawî li tecrîdê bê anîn û wiha got: “Êdî bes e. Êdî dawî li vê bînin. Dawiyê li rondikên çavê dayikan bînin. Ez bangê li her kesî dikim. Bila êdî rondikên çavê dayikan nerijin. Feydeya van mirinan li kesî nabe. Ez li vir bang li Emîne Erdogan dikim, bila xwe bixe şûna me ka em binêrin êşa kezebê çawa ye. Êdî xew li me heram bûye. Em bi tirsa dê her kêlî cenaze ji hepsan derkeve ve dijîn. Her kes aştî dixwaze.”
‘DAWÎ LI ZEXTAN BÎNIN’
Ji malbatên girtiyan Hasan Demîr jî da zanîn ku tehdîtên li dijî Îdrîs Başaran tên kirin nayê qebûlkirin û bi tecrîdkirina Ocalan re hemû girtîgeh û Tirkiye tê tecrîdkirin û xwest êdî zextên li ser girtiyan û tecrîd demildest bi dawî bibe.