ŞIRNEX - Hevşaredarên HDP'ê yên Cizîrê Mehmet Zirig û Berivan Kutlu, diyar kirin ku dema qeyûm tayîn kirin di qasa şaredariyê de 36 milyon TL hebû, lê piştî qeyûm şaredarî dewrî wan kirin bi 220 milyon û 793 hezar TL li pey xwe hişt. Hevşaredaran diyar kirin ku niha tenê di qasê de 20 hezar tl heye.
Hevşaredarên HDP'ê yên Cizîrê ku di 31'ê Adarê de ji sedî 77,4 bi ser ketin Mehmet Zirig û Berivan Kutlu, têkildarî deynê şaredariyê civîna çapemeniyê pêk anîn.
DEYN WÊ DERKEVE 256 MÎLYON TL YAN
Hevşaredar Mehmet Zirig, li avahiya şaredariyê daxuyanî da û wiha got: "Dema qeyûm tayînî şaredariyê kirin di qaseya şaredariyê de 36 mîlyon TL hebû. Gelek mal û milkên şaredariyê yên aydî şaredariyê diyarî kesên der û dorên xwe kirin. Piştî şaredarî dewir kirin jî li pey xwe 220 milyon û 793 hezar TL deyn li pey xwe hiştin. 148 milyon û 724 hezar TL deynê şaredariyê aydî Banka Bajaran e. 3 milyon û 339 hezar TL deynê krêdiyên bankayan e. 495 hezar û TL deynê TEDAŞ'ê, 688 hezar TL deynê sendîka û Lijneya Parastina Berhemên Çand û Sendîka ye. 2 milyon û 96 hezar TL teminat, 24 milyon û 912 hezar TL deynê esnafan, 699 hezar û TL deynê SSK û bacê ye. 39 milyon û 837 hezar TL deynê îhameyan e. 36 milyon TL heqê îhaleyekê jî hêj xuya nabe. Di qasê de ji 147 hezar tl em tenê dikarin 20 hezar tl xerç bikin."
Zirig, anî ziman ku ew ê vî deynê şaredariyê ji bo xwe nekin asteng û ew ê xizmetê bidin gel.