ŞIRNEX – Derbarê Bahiye Nayir (60) û Hanim Kaya (70) biryara hepsa malê hat dayîn û kelepçeya elektronîk bi wan ve danîn.
Di 5’ê nîsanê de li Navçeya Silopiya ya Şirnexê Hanim Kaya ya 70 salî û dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Gel Pakîze Nayir a di serdema qedexeya derletina derve ya li Silopiya jiyana xwe ji dest da Bahiye Nayir (60) hatibûn binçavkirin. Îfadeyên her du dayikan hatin girtin.
Derbarê her du dayikan de bi îdaya “propaganda rêxistinê kirine” lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî îfadeyên emniyetê wan sewqî dozger kirin. Dozger her du dayikan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Dadgehê îfadeyê her du dayikan girt û derbarê wan de biryara hepsa malê û kelepçeya elektronîk bi wan ve deynîn da û berda.
Di çarçoveya heman operasyonê de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Silopiya Fatma Gunduz 2 roj berê hatibû girtin.