MÊRDÎN – Hevşaredarên HDP’ê yên Qoserê mazbata xwe wergirtin û şaredariyê dewr girtin. Qeyûmê ji roja tayînî şaredariyê kiribûn, alek mezin ku bi avahiyê ve daliqandibû hilda û şaredariyê terikand.
Hevşaredarên HDP’ê yên Navçeya Qosera Mêrdînê Nîlufer Elîk û Salîh Kuday di hilbijartina xwecihî de ji sedî 70.45 deng girtin û bi ser ketin. Elîk û Kuday îro çûn Dadgeha Qoserê û mazbata xwe wergirtin. Hevşaredar pişt re derbasî avahiya şaredariyê bûn û li vir girseyek qelebalix wan pêşwazî kir. Qeyûmê Şaredariya Qoserê ji roja hatibû tayînkirin ve alek mezin bi avahiyê ve daliqandibû û hat dîtin ku qeyûm alê hilda û avahiya şaredariyê terk kir. Kuday û Elîk li ber şaredariyê daxuyanî dan welatiyên wan bi berzkirin dirûşm û lîlandinê kirin.
‘EM LI SER NAVÊ ASÎ Û SALMAN WERDIGIRIN’
Hevşaredar Elîk da zanîn ku gelê Qoserê xwedî li vîna xwe derket û got: “Em hezar car malovaniya gelê xwe dikin. Hevşaredarên me yên berê Leyla Salman û Îsmaîl Asî hêj girtî ne. Bila hevşaredarên me baş dizanibin gelê me li ser piya ye. Xwedî li îradeya xwe derdikevin.”
Hevşaredar Salîh Kuday jî destnîşan ku wan mazbatayê li ser navê Îsmaîl Asî û Leyla Salman ên niha girtî ne wergirtine û got: “Dilê me dixwest em îro wezîfeyê ji birêz Leyla Salman û Îsmaîl Asî werbigirin. Lê ji ber 27 meh berê qeyûm tayîn kirin û hevşaredarên me hatin girtin îro ev pêk nehat. Lê bila dizanibin gelê Qoserê îro jî xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em ji her kesî re spasiyên xwe pêşkêş dikin.”
Piştî axaftinan hevşaredar û qelebalix derbasî avahiya şaredariyê bûn û mohra serokatiyê teslîm girtin.