AMED-Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo ku binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de, li girtîgehan tespît bike, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê da.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo ku binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de pêk tên, tespîta di cih de bikin, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê da. Beştaş di serlêdana xwe de wiha got: “Yek ji rojevên herî bişewat ên welat, greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan ên berdewam dikine. Ligel ku grevên birçîbûnê asta krîtîkbûnê derbas kirine jî, desthilatdariyê heya niha tu gav ne avêtine.”
‘BI HEZARAN GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DENE’
Beştaş di dewama serlêdana xwe de ev tişt gotin: “Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca bi dawî anîna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 153’yan de, ya parlemengerên Berî Sebahat Tûncel û Selma Îrmak di roja 84’an de û ya girtiyan di roja 115’an de berdewam dikin. Hejmara girtiyên ji 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kirin 335 bû û ji 1’ê Adara 2019’an ve jî, herî kêm li 92 girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakiya bi hezaran girtiyên siyasî berdewam dike û rewşa gelek girtiyan asta krîtîkbûnê derbas kiriye. Di pêvajoya grevên birçûbûnê de li Elmanaya û Girtîgehan bi giştî 8 kesan ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Li şûna ku gavên erênî bên avêtin, zextên li ser girtiyan û binpêkirin mafan hîn zêdetir bûne.”
‘DIVÊ TESPÎTA REWŞÊ BÊ KIRIN’
Beştaş, di dawiya serlêdana xwe de wiha got: “Rewşa tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de giran bûye. Komîsyona berpirsiyar divê dibin banê meclîsê de vê mijarê bigire dest û li rêyên çareseriyê bigere. Divê bi destê Komîsyona Jêr a Girtîgehê, xebat bên birêve birin û hemû girtîgeh yek bi yek bên ziyaret kirin û tespîta rewşê bê kirin.”