ENQERE – Berdevkê CHP'ê Faîk Oztrak, diyar kir ku li Buyukçekmeceyê polîs operasyona "Hilbijêrên sexte" dike û wiha got: "Buyukçekmece tişe polîs bûye. Polisan dikin amûrê siyasetê. Li hin malan polîs 3 caran bi ser malê de digirin. Divê Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Hundir yên wan polîsan dişînin malan divê îstîfa bikin."
Berdevkê Partiya Gel a Komarê (CHP) Faik Oztrak têkildarî operasyona polîsan a "Hilbijêrên sexte" ku li Buyukçekçemece pêk anî daxuyanî da. Oztrak, diyar kir ku ji bo mazbata bidin êdî tu asteng li pêş Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu tune û xwest YSK mazbata Îmamoglu bide û wiha got: "Piştî AKP fêr bû ku wê bên redkirin, Serlêdana xwe ya li Buyukçekmece paşve kişandin. Li Buyukçekmece mirov ji polîsan nikare derbas bibe. Her der polîs in. Polîsan dikin amûrê siyasetê. Polîs bi ser malan de digirin. Hin mal hene polîs 3 caran çûne wê malê. Demek pir dirêj bû ku YSK'ê lîstiya Hilbijêran aşkere kir. Niha li dijî hilbijêiran operasyonê pêk tînin. Wezirê Dadê û Wezîrê Karên Hundir yên ew polîs şandine wan malan divê îstîfa bikin."