BEDLÎS - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Bedlisê, têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Panosê rapor Amade kir. Komîsyonê diyar kir ku îaşeyên girtiyan kêm didin wan û piştî çalakiya grevê dest pê kiriye mehek e ava germ nadin girtiyan. Komîsyonê destnîşan kir ku sewqa girtiyên nexweş bê navber îptal dikin û 6 mehin rojnameyê nadin girtiyan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Bedlisê, têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Panosê rapor amade kir. Komîsyonê li avahiya Komeleyê rapor bi raya giştî re parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Bedlîsê Cengiz Akdemir, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê de 166 girtî hene."
AVA GERM NADIN
Akdemir, diyar kir ku girtî rastî binpêkirina mafan tên û piştî girtî ketine grevê mehek e ava germ naherike û îaşeyên girtiyan kêm didin wan. Akdemîr, da zanîn ku ji çend rojan carekê limonan didin girtiyan û karbonatê qet nadin girtiyan. Akdemir da zanîn ku ji çend rojan carekê girtiyan derdixin revîrê û rojê 2 caran vîtamîn didin girtiyan û wiha got: "Ava vexwarinê qirêj e. Ji ber ku ava kaniyê nayê vexwarin girti neçarin avê ji kantînê bikirin. Nêzî mehekê ye ava germ naherike. Girtî neçarin bi ava sar xwe bişon. Sewqên girtiyên nexweş bê navber betal dikin. "
6 MEHIN ROJNAME NADIN GIRTIYAN
Akdemîr, da zanîn ku 6 mehin rojnameyan nadin girtiyan û wiha lê zêde kir: "Mafê girtiyan ê hevdîtina navxweşî bi ayayekî keyfî asteng dikin. Mahsum Yilmaz û xwişka xwe Tuba Yilmaz ku li heman girtîgehê ne 5 mehin ev nedîtine. Radyoyên ku girtiyan ji kantînê stendine, piştî lêgerîna li odeyan dîsa radyo kom kirine. Girtiyên nexweş ku têkildarî rewşa xwe ji muxabatan re daxwazname nivîsandine, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine asteng kirin. Girtiyên dixwazin bi kurdî parastinê bikin jî heqê parastinê 200 tl ji wan dixwazin. Bi vê yekê dixwazin ku girtî parastinê nekin. Dîsa li gorî agahiyên girtiyan, kesên ku parastinê nakin, bêyî parastinê der barê wan de birşarê didin.
'EM BI FIKAR IN'
Akdemîr, herî dawî anî ziman ku li gorî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) biryar e ku tu girtî rastî îşkence û muameleyên xerab neyên. Lê dema em li rewşa girtî û girtîgehan dinerin em dibînin ku peymanên PMME hatine îhlalkirin."