AMED - Hevşaredarên HDP’î yên Bajarê Mezin û 4 navçeyên navendî yên Amedê ji bo mazbata bistînin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Amedê dan. Lê Lijneya Bajar mazbata nedan şaredaran. Beriya serlêdanê polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirin.
Hevşaredarên HDP'î yên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, hevşaredarên Yenişehirê Belgîn Diken û Îbrahim Çîçek, yên Peyasê Necati Pîrînççîoglu û Keziban Yilmaz, yên Rezan Zeyyat Ceylan û Zubeyde Zumrut, yên Sûrê Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemir, li gel endamên meclîsê ji bo mazbata xwe bistînin îro serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar dan. Hilbijêran piştî daxwazname dan, li ber avahiya Lijneya Hilbijartinê ku di bin dorpêça polîsan de bû daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli, diyar kir ku li gel hilbijartina 31'ê Adarê pêk hatiye jî hêj YSK’ê encama hilbijartinê parve nekiriye daxuyanî nedaye û daxuyaniyê taloq dike. Mizrakli, anî ziman ku sedema taloqkirina encama hilbijartinê ji raya giştî vedişêrin. Gel dixwaze hevserokên ku hilbijartine dest bi peywirê bikin. Lê me hîn mazbataya xwe negirtiye. Bi hincetan mazbatayên me ji me direvînin. Çavên herkesî li Stenbolê ye lê li herêma me jî bêhiqûqiyek mezin pêk tê. Li Stenbolê deng ji nû de tê jimartin lê li Melezgirê tenê bi 3 dengan AKP bi ser ket lê îtiraza HDP'ê hat redkirin. YSK di nava xwe de dubendiyê dijî. Em jî îro hatin vir ji bo ku em mazbataya xwe bigirin. Ji bo em mazbataya xwe bigirin çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin."
‘DEMEK BERÎ DEMEKÊ MAZBATAYÊN ME BIDIN'
Mizrakli, destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê mezin û 4 navçeyên navendî hatine mazbata xwe bixwazin û xwest demek berî demekê Lijneya Hilbijartinê mazbata wan bidin wan û wiha got: "Ji 1'ê Nîsanê û şûnde êdî hukmê qeyûman tune ye. Bi awayekî fîlî karê xwe didomînin. Em dixwazin bi lez dawî li vê yekê bînin.
‘WÊ BIRYAR LI ENQERE BÊ DAYÎN'
Mizrakli, xwest YSK li gorî pêdiviya xala zagona hêjmar 2972'an tev bigere û erka xwe pêk bîne û wiha bi dawî kir: "Li gel ku li Amed, Mêrdîn û Wanê HDP bi hêjmarek pir zêde li pêş e jî mazbata nadin. YSK bi awayekî pir cîddî xwe dixe bin tohmetê. Nêzîkatiya ku îtiraz hene û wê biryar li Enqereyê bê dayîn heye.
Em dibînin ku YSK li hemberî AKP û me wekî hev nêzîk nabe. Çotstandart heye. Em dixwazin bi lez dawî li vê helwestê bînin."
Hevşaredaran piştî daxuyanî dan, bêyî mazbata bistînin vegeriyan.
Beriya Hevşaredarên HDP’î biçin mazbata xwe bistînin, polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê ku ji 20'ê Mijdara 2018’an ve dorpêç kiriye, nobetê digirin, dîsa bi sedan polîs li gem 6 TOMA û maşîneyên zirxî li ber avahiya HDP'ê kom bûn û avahî dorpêç kirin. Rêya li pêş avahiyê li trafîkê girtin.