RIHA - 78 girtiyên li Girtîgeha Rihayê di greva birçîbûnê de ne, bang li gel kirin û xwestin hêzê bidin çalakiya grevê. Girtiyan di peyama xwe de wiha gotin: "Ji bo ku demek berî demekê çalakî bi ser bikeve û azadî û aştî bi ser bikeve, em bang li gelê xwe dikin ku her kes li qada xwe hêzê bidin vê têkoşîna me ya bi rûmet."
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku 153 roj berê di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de dest pê kir û di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan belav bû didome. Bi hezaran girtiyên siyasî bi armanca tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ne. Dîsa bi dehan siyasetmedar û pêşengên Kurd bi heman armancê li Ewropa, Başûr, Bakur û Rojhilat di greva birçîbûnê de ne. 78 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F-2 a Rihayê bi heman daxwazê di grevê de ne bi rêya nameyê peyam şandin. Girtiyan diyar kirin ku ev berxwedanek sedsalê ye û wiha gotin: "Her roj em bêtir nêzîkî armancê dibin. Em bang li gelê xwe dikin ku tev li vê berxwedana mazin bibin. Ev berxwedana me ya mezin wê gelê me bigîne azadî û aştiya ku bi salan e gelê me li benda wê ye. Ne tenê lie Kurdistan û Tirkiye, di dîroka mirovahiya cîhanê de yekem car çalakiyek wisa mezin, demdirêj û girseyî tê li dar xistin. Em wekî girtiyên li Girtîgeah Tîpa T-2 a Rihayê me ewil kom bi kom dorveger di nava vê çalakiyê de cih girt. Piştre wekî li hemû girtîgehan me jî kom bi kom ketin nava çalakiya bêdem û bêdorveger. Em di 5'ê Çile de bi 4 mêr û 2 jinan bi giştî bi 6 kesan dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kir. Piştî 1'ê Adarê hevalên me yên din jî ketin nava vê çalakiyê."
ÇALAKGER LI DIJÎ DAXWAZA XWE LI NEXWEŞXANEYÊ TÊ GIRTIN
Li Girtîgeha Tipa T-2 a Rihayê çalakiya ku çalakger Omer Kaya, Selman Buyuktop, Ugur Tugyilmaz, Mahmut Ongor, Sabiha Onder û Semra Akan dest pê kir, niha bi 71 mêr û 8 jin bi giştî bi 79 kesan berdewam dike. Semra Akan piştî hat berdan li Malê çalakiya xwe berdewam dike. Wekî li hemû girtîgehên din li vê girtîgehê jî rêveberiya girtîgehê pirsgirêkan derdixe. Herî dawî hevalê me Sefer Paksoy ku bi îdîaya xwestiye çalakiyê pêk bîne, rakirin nexweşxaneyê û hevalê me bi rojan e li girtîgehê bêyî daxwaza wî tê girtin.
AZADÎ Û AŞTÎ WÊ BI SER BIKEVE
Çalakiya me ku li hundir û li derve li çar aliyê cîhanê berdewam dike, gihiştiye merhaleyek nû. Em hatine şefeqa şevê êdî û em venagerin. Di vê sînorê serkeftinê de em bang li hemû gelê me dikin ku ji bo aştî û azadî bi ser bikeve her kes li cihê xwe hêzê bitin çalakiya me ya bi rûmet. Tecrîd wê bişkê, faşîzm wê têk biçe, azadî û aştî wê bi ser bikeve."