Gerîlayê Fîlîpînê Danîlo Borjan: Desthilatdarî nade, em distînin

  • rojane
  • 13:20 12 Mijdar 2017
  • |
img
STENBOL - Gerîla Jose Danîlo Borjan di aştiya navbera Hikumeta Fîlîpînê û Artêşa Gel a Nû de cih girtibû, got ku "Şoreş ne tenê tişta heyî guherandin e, tişta nû bi pêşxistin e" û aşkera kir ku desthilatdariyê tu tiştî diyarî wan nake, bi têkoşînê distînin.
 
Di pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi minsebeta 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê, sempozyûma "Ji Kapîtalê heta Şoreşa Cotmehê, Ji Şoreşa Cotmehê heta Şoreşan" tê lidarxistin. Sempozyûm dê îro bi dawî bibe. Mijara îro ya destpêkê "Şoreşên nû" bû, nivîskar-akademîsyen Metîn Yegîn moderatoriya rûniştinê kir, nivîskar Sîbel Ozbudun mijara "33 salên Zapatîstan: Nirxandinek"şîrove kir, ji Londra University of Westminsterê Dr. Radha D'Souza li ser sernavê "Tevgerên Antî-Kolonyal ên li Asyaya Başûr û Şoreşa Cotemehê" rawestiya, Jose Danîol Borjan ê 10 salan li Fîlîpînan di Artêşa Gel a Nû de ma û piştre di aştiya navbera Artêşa Gel a Nû û Hikumeta Fîlîpînê de navbeynkarî kir, li ser mijara "Şoreşa Cotemehê û Kapîtal, Bandora wê ya di Şoreşa Fîlîpînê de" rawestiya.
 
33 SALÊN ZAPATÎSTAN 
 
Piştî nivîskar-akademîsyen Metîn Yegîn vekirina rûniştinê kir, nivîskar Sîbel Ozbudun li ser mijara "33 salên Zapatîstan: Nirxandinek" rawestiya û aşkera kir ku EZLN tevgerek cidî a berxwedanê ye, ev berxwedan wekî 33 salan nikare bê dest girtin û divê berî wê jî bê nirxandin. Ozbudun da zanîn ku EZLN tevgereke melez û aşkera kir ku di 1'ê Gulana 1994'an de li paytexta Meksîkayê tiştên ecêb qewimî ne û wiha axivî: "Koma ku rûyê wan pêçayî û di destê wan de çek, ji daristanan derketin û 5 bajar xistin bin serweriya xwe. Artêşê derbek mezin xwar û demekê tişta ku dizanibûn xwandin. Piştî pêvajoya bi xwîn a 10 rojan, Zapatîstan dîsa berê xwe da daristanan."
 
Ozbudun da zanîn ku piştî xwedî derketina gel, pêvajoyê dest pê kiriye û wiha axivî: "Pêvajo her dem guherî. Peymana ku hikumetê îmze kir, destpêkê got ku ew dê qebûl neke." Ozbudun anî ziman ku hikumeta Meksîkayê polîtîkaya dar û gizêrê li dijî Zapatîstan meşandiye.
 
MEHMET AKSOY HAT BIBÎRANÎN
 
Ji Londra University of Westminsterê Dr. Radha D'Souza, sernavê "Tevgerên Antî-Kolonyal ên li Asyaya Başûr û Şoreşa Cotemehê" nirxand. D'Souza diyar kir ku Mehmet Aksoy li Londrayê hatiye definkirin û wiha got: "Hûn navê wî dizanin. Kesekî li diyasporaya kurd dijî. Dema li Rojava ji bo cîhanek hêj xweş tê dikoşiya, jiyana xwe ji dest da. Ez bi bîranîna wî dixwazim dest bi axaftina xwe bikim."
 
'EM DÎROKA ŞOREŞA COTMEHÊ BINVÎSIN'
 
D'Souza, hemû şehîdên Şoreşa Cotemhê jî bi bîr anî û wiha pê de çû: "Dîrok ji hêla beşên serkeftî ve hat nivîsandin. Kesên dîroka me dinvîsin weşanên me jî dişopînin. Yên di Şoreşa Cotmehê de dinvîsîn, desthilatdar bûn. Ji ber wê pêwîst e em dîroka Şoreşa Cotmehê binvîsin."
 
D'Souza diyar kir ku tevgerên Şoreşa Hîndistanê û Şoreşa Cotmehê bi du aliyan di nava hev de ne û wiha axivî: "Dema Şoreşa Cotmehê pêk hat, li cîhanê du bûyerên girîng qewimîn. Ya yekemîn tevgera rizgariya Asyaya Başûr, ya din jî rûxandina Osmaniyan."
 
D'Souza, axaftina xwe wiha dewam kir: “Di warê dîroka Şoreşa Cotmehê de ji sedsala 20'emîn heta niha her çendî Rûsya tevgereke herî girîng a li cîhanê ye jî, lê dê vê çawa bike nizane. Partiya Komînîst a Çînê ji Şoreşa Cotmehê gelekî sûd girt, lê di şahiya 100'emîn a salvegera Şoreşa Cotmehê de yek gotin jî nekir. Li Asyaya Başûr jî tenê di bîra tevgerên gelan de ye. Heke jin û mêrên ku ji bo Şoreşa Cotmehê têkoşîn dane bên bi bîr anîn ev gelekî baş e."
 
D'Souza got ku "Şerên li cîhanê bi dawî nebûn" û aşkera kir ku ji ber ku şer bi dawî nebûne, hêj dubare tên nîqaşkirin. 
 
'ŞOREŞ E AN REFOR E?'
 
Jose Danîlo Borjan jî li ser mijara "Şoreşa Cotemehê û Kapîtal, Bandora wê ya di Şoreşa Fîlîpînê de" sekinî û ev tişt anî ziman: "Dîktatoriya proleterya, xwedî demokrasiya ploreteryayî ye. Lenîn dixwest hin neteweyan bîne gel hev, Yekitiya Sovyetê hêj zêdetir bi hêz kir û lê piştî mijira Lenîn plîtîka ji hêla Stalîn ve hat rêvebirin. Serkeftina Şoreşa Cotmehê hin welatên sosyalîst derxistin holê. Çîn li dijî emperyalîzmê welatekî mezin ê sosyalîst e. Vîetnamî û Komboçyayiyan têkçûneke mezin bi DYA'yê dan temkirin."
 
Danîlo Borjan pênaseya şoreş û reformê kir û pirsa "Ev şoreş e an reform e?" kir, xwest berî her tiştî partiyên çepgir bersiva vê pirsê bidin û ev nirxandin kir: "Pergala kapîtalîst a cîhanê ber bi xirabûnê ve diçe û dixitime. Mirov li dijî kapîtalîzmê di lêgerîna alternatîfan de ne. Divê her partî desthilatdariya siyasî bi dest bixe û ji bo pêkanîna sosyalîzmê têkoşîneke rast bimeşîne."
 
Danîlo Borjan destnîşan kir ku şoreş ne tenê ya heyî guhertin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di serî de heta niha polîtîkaya me eynî ye. Tenê hêlê wê hatin guhertin. Artêşa Gel a Nû bi 60 şervanan dest pê kir, niha qasî 10 hezar şervanên wê hene. Li 70 bajarî zêdetir têkoşîna çekdarî dimeşînin."
 
'DESTHILATDAR NADE, EM DISTÎNIN'
 
Danîlo Borjan piştrast kir ku 6 berdevkên wan li parlamentoyê ne, da zanîn ku rola tevgera ciwanan a di avakirina Partiya Komînîst de gelekî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ciwanan di heman demê de bi rêya propagandayê şoreş di nava civakê de belav kir. Jinên hevrêyên me hem li bajaran û hem jî li çoltarê xwedî têkoşîneke mezin bûn."
 
Danîlo Borjan li ser muzakereyan jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Desthilatdariyê tu tişt diyarê me nekir, me bi têkoşînê bi dest xist. Muzekereyên aştiyê bi 4 pêngavan dewam kir, lê ji ber ku girtiyên şoreşger serbest nehatin berdan, pêvajo careke din bi dawî bû. Desthilatdariyê dixwest têkoşîna çekdarî bi dawî bibe, me jî got ku 'Dema pêvajoya aştiyê dewam bike şer nasekine.' Heke em beyî şer li pêvajoya aştiyê rûnên, dê tu tişt li holê neyê dîtin."
 
Rûniştin bi pirs û bersivan dewam dike
 

Sernavên din

14/11/2017
14:45 Bîlgen: Hesabê maşîneyên Şaredariya Konya ya li Reqqa bidin gel
14:31 Îro jî li Kolana Yukselê 4 kes hatin binçavkirin
14:04 Doza hekîmên Geziyê betal bû
13:15 Binçavkirina xwendekaran hefteyek din dirêjkirin
13:09 Bîlançoya erdhejê her ku diçe giran dibe
13:02 Hewlêr referandûm bi fermî betal kir
12:33 Ji bo xatirê alîkarê wezaretê lewheya kurdî rakirin
12:26 SÎHA berdan mih bi koordînê vê girêdan!
11:57 Li Kadikoyê kesek di otomobîlê de mirî hat dîtin
11:56 Bi hinceta 'bê rayeyiyê' du dozên Yuksekdag şandin Enqereyê
11:28 Li AYM’ê qilqaliya DMME’ê: Biryar hemû wekîlên girtî eleqedar dike
11:19 Jin di lendê de hev dibînin: Em ê ji şideta mêr re serî netewînin
11:08 Parêzerên Ocalan cara 704'emîn serlêdan kirin
11:05 Dêra Ermenî terkî qedera wê hat kirin
10:57 Ehmed: Gav bi gav modela me bandora xwe li ser tevahiya Sûriye dike
10:37 5 navendên leşkerî yên Îranê ku 70 hezar çekdaran pêk tê li Sûri ne
10:27 Boblîsok li Antalyayê rabû
10:25 Kesên li dijî jin û zarokan sûc dikirin avêtine vê zindanê
10:03 Bi çekê êrîşê avahiya HDP'ê kirin
10:01 Li Rojava Rojên Sînemayê
09:38 Mislimanên Antîkapîtalîst: Erdogan kurdan terorîst dibîne
09:37 Bi bavê xwe re dest pê kir, niha tevî keça xwe dewam dike
09:36 Ji ber êrîşan dev ji dibistanê berda
09:35 Hîn jî li Dîlokê komeleyên DAIŞ'ê çalak in
09:34 ‘Rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê ve dê pirsgirêkan çareser bike'
09:33 Bi ajotina duçerxeyan nîşan didin ku ew perçeyeke ji ekolojiyê ne
09:32 Rîtma xwezayê, ruhê zarokan û bandora kujende ya qeyûman
09:29 Di pêşangehê de eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên teoriya peresan hebû
09:16 Qeyûm pereyê amediyan beradayî xerc dike
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2017'AN
13/11/2017
18:49 Selçuk Kozagaçli hat girtin
16:59 Hêjmara mirî û ziyana erdheja Kirmaşanê zêde dibe
15:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Îzmirê dê bi cureyên din bidome
15:38 HDP: Piştevanî êşan sivik dike
15:31 Di 2 salan de li 92 endamên ÎHD’ê 100 lêpirsîn hat vekirin
15:16 Di erdhejê de zêdeyî 300 kes mirin
14:59 Li Bêgirê bi dehan kes hatin binçavkirin
14:44 Girtiyê nexweş Babaoglu emeleyat bû
14:43 Ji Heyva Sor a Kurdistan banga hawarê
14:37 Li Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:37 Nexweşxaneya Acibademê xebatkar Ilgar ji kar dûr xistin
14:27 Operasyona li Bestayê dewam dike
13:53 YPG’ê malbatên DAIŞ’iyên Rûs radestî Rûsyayê kir
13:47 Erdogan li dijî qebûlkirina kurdan diçe Rûsya
12:45 Bertekên li dijî midura got 'Berdin bila bisekitin' zêde dibin
12:34 Ji KCD, DBP û TJA daxuyaniyên erdhejê: Roj roja piştevaniyê ye
12:33 Rûniştina doza komkujiya li Pirsûsê dest pê kir
12:17 Xwendekar di hedefa polîs, rektor û nijadperestan de ne
12:10 Qeyûmê li Colemêrgê rê kolan û wisa hişt
12:05 Nivîskar Duman ê girtî 3 roj şûnde rakirin nexweşxanê
11:52 Zarokên gelan Amûdê ji tarîtiyê diparêzin
11:04 Li Enqerê operasyona medyaya civakî
10:48 DBP'ê banga piştevaniyê kir
10:30 Waliyê Kirmaşanê 3 roj şîn îlan kir
10:30 Li dijî qedexeya pirtûkan kampanyaya nameyan
10:27 Bi tembûra lîstokê heya êvarî stran Kobanê distrê
09:56 Helepçe dîsa hejiya
09:27 Dîmenê kuştina 5 sivîlên li Lîcê bi ku de çû?
09:26 Dayika 12 zarokan Bor: Karibim ez dê 12 zarokên din çêkim
09:25 Dozger hewce bi lêpirsîna kuştina zarokên Cizîrê nedît
09:24 Tanrikulu MST TV vegot: Her zilm zêde bibe xerabtir dibe
09:24 Rewşa nexweşê epîlepsî giran dibe û nayê berdan
09:23 'Jiyana jinan ne dibin yekdestdariya we deye'
09:22 Ji Fabrîqeya Şanoyê 2 lîstikên nû
09:19 MUÇEP: Divê enerjî ne şer aştiyê bafirîne
09:18 Koptaş: Di xeta AKP'ê de çand û huner pêş nakeve
09:17 Ne hilberîna zêde hilberîna rast temen dirêj e
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2017'AN
07:59 Li Kirmanşahê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan
12/11/2017
22:43 6 kesan li Kirmanşanê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan
21:53 Silêmaniyê 7.3 pêl hejiya
21:20 Buldan: Pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye
20:11 Polîs li Geverê çi dikolin
18:36 Parlamenterê HDP'ê Baydemir berdan
17:15 Wekîlê HDP'ê Ayhan: Tekane rojeva me rakirina tecrîdê ye
16:56 Kesekî du zarokên xwe qetil kir û întixar kir
16:41 Cerebeyên Rojava vegot: Şoreşek mezin pêk hat
15:53 Encama xelatên çîrokên Şerzan Kurt aşkere kirin
15:47 Çalakiya grevê koma nû dewr girt
14:31 Di roja dawî de eleqeya ji bo TUYAP'ê zêde bû
14:14 Jinên Amedî li dijî talankirina xwezayê pedal zivirandin
14:08 Li Kolana Yukselê êrîş: 7 kes hatin binçavkirin
14:04 Gelek kes li Bismil hatin binçavkirin
13:49 Greva birçîbûnê ya Wanê bi dawî bû
13:42 Qedexe 4 taxên Mêrdînê rabû
13:34 Qeyûmê Mêrdînê ‘Rêveberiyên cewherî’ rakir
13:20 Gerîlayê Fîlîpînê Danîlo Borjan: Desthilatdarî nade, em distînin
12:14 Endamê HDP'ê bi hevjîna xwe re hat binçavkirin
12:03 Bîlgen: Tecrîd, dijderketina li dijî pêşketinên Rojhilata Navîn e
11:40 Xebatkara Rojnameya Welat hat binçavkirin
11:25 Li her buhusta axa Koço şopên fermanê tê dîtin
10:35 Piştî hezazê buhayê komirê zêde bû
10:08 Trênê li mînîbûsê da: 2 kes mirin 2 kes birîndar bû
10:04 Heta 15 salan ji xebatkarên Azadiya Welat ceza tê xwestin
09:57 Zarokê 4 salî yê ket çalika şaredariyî vekirî, mir!
09:53 Qeyûmê Mêrdînê 'Xwerêveberiyên cewherî' parast
09:52 Polîsan got ‘hûn hemû ermenî ne’, nehiştin cenaze bê şûştin
09:49 TJA: Li hemberî hebûna jinê qirkirinek heye
09:27 ‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’
09:26 Qedexeyê mala wan xera kir û nikare derman bibe