Gerîlayê Fîlîpînê Danîlo Borjan: Desthilatdarî nade, em distînin 2017-11-12 13:20:56   STENBOL - Gerîla Jose Danîlo Borjan di aştiya navbera Hikumeta Fîlîpînê û Artêşa Gel a Nû de cih girtibû, got ku "Şoreş ne tenê tişta heyî guherandin e, tişta nû bi pêşxistin e" û aşkera kir ku desthilatdariyê tu tiştî diyarî wan nake, bi têkoşînê distînin.   Di pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi minsebeta 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê, sempozyûma "Ji Kapîtalê heta Şoreşa Cotmehê, Ji Şoreşa Cotmehê heta Şoreşan" tê lidarxistin. Sempozyûm dê îro bi dawî bibe. Mijara îro ya destpêkê "Şoreşên nû" bû, nivîskar-akademîsyen Metîn Yegîn moderatoriya rûniştinê kir, nivîskar Sîbel Ozbudun mijara "33 salên Zapatîstan: Nirxandinek"şîrove kir, ji Londra University of Westminsterê Dr. Radha D'Souza li ser sernavê "Tevgerên Antî-Kolonyal ên li Asyaya Başûr û Şoreşa Cotemehê" rawestiya, Jose Danîol Borjan ê 10 salan li Fîlîpînan di Artêşa Gel a Nû de ma û piştre di aştiya navbera Artêşa Gel a Nû û Hikumeta Fîlîpînê de navbeynkarî kir, li ser mijara "Şoreşa Cotemehê û Kapîtal, Bandora wê ya di Şoreşa Fîlîpînê de" rawestiya.   33 SALÊN ZAPATÎSTAN    Piştî nivîskar-akademîsyen Metîn Yegîn vekirina rûniştinê kir, nivîskar Sîbel Ozbudun li ser mijara "33 salên Zapatîstan: Nirxandinek" rawestiya û aşkera kir ku EZLN tevgerek cidî a berxwedanê ye, ev berxwedan wekî 33 salan nikare bê dest girtin û divê berî wê jî bê nirxandin. Ozbudun da zanîn ku EZLN tevgereke melez û aşkera kir ku di 1'ê Gulana 1994'an de li paytexta Meksîkayê tiştên ecêb qewimî ne û wiha axivî: "Koma ku rûyê wan pêçayî û di destê wan de çek, ji daristanan derketin û 5 bajar xistin bin serweriya xwe. Artêşê derbek mezin xwar û demekê tişta ku dizanibûn xwandin. Piştî pêvajoya bi xwîn a 10 rojan, Zapatîstan dîsa berê xwe da daristanan."   Ozbudun da zanîn ku piştî xwedî derketina gel, pêvajoyê dest pê kiriye û wiha axivî: "Pêvajo her dem guherî. Peymana ku hikumetê îmze kir, destpêkê got ku ew dê qebûl neke." Ozbudun anî ziman ku hikumeta Meksîkayê polîtîkaya dar û gizêrê li dijî Zapatîstan meşandiye.   MEHMET AKSOY HAT BIBÎRANÎN   Ji Londra University of Westminsterê Dr. Radha D'Souza, sernavê "Tevgerên Antî-Kolonyal ên li Asyaya Başûr û Şoreşa Cotemehê" nirxand. D'Souza diyar kir ku Mehmet Aksoy li Londrayê hatiye definkirin û wiha got: "Hûn navê wî dizanin. Kesekî li diyasporaya kurd dijî. Dema li Rojava ji bo cîhanek hêj xweş tê dikoşiya, jiyana xwe ji dest da. Ez bi bîranîna wî dixwazim dest bi axaftina xwe bikim."   'EM DÎROKA ŞOREŞA COTMEHÊ BINVÎSIN'   D'Souza, hemû şehîdên Şoreşa Cotemhê jî bi bîr anî û wiha pê de çû: "Dîrok ji hêla beşên serkeftî ve hat nivîsandin. Kesên dîroka me dinvîsin weşanên me jî dişopînin. Yên di Şoreşa Cotmehê de dinvîsîn, desthilatdar bûn. Ji ber wê pêwîst e em dîroka Şoreşa Cotmehê binvîsin."   D'Souza diyar kir ku tevgerên Şoreşa Hîndistanê û Şoreşa Cotmehê bi du aliyan di nava hev de ne û wiha axivî: "Dema Şoreşa Cotmehê pêk hat, li cîhanê du bûyerên girîng qewimîn. Ya yekemîn tevgera rizgariya Asyaya Başûr, ya din jî rûxandina Osmaniyan."   D'Souza, axaftina xwe wiha dewam kir: “Di warê dîroka Şoreşa Cotmehê de ji sedsala 20'emîn heta niha her çendî Rûsya tevgereke herî girîng a li cîhanê ye jî, lê dê vê çawa bike nizane. Partiya Komînîst a Çînê ji Şoreşa Cotmehê gelekî sûd girt, lê di şahiya 100'emîn a salvegera Şoreşa Cotmehê de yek gotin jî nekir. Li Asyaya Başûr jî tenê di bîra tevgerên gelan de ye. Heke jin û mêrên ku ji bo Şoreşa Cotmehê têkoşîn dane bên bi bîr anîn ev gelekî baş e."   D'Souza got ku "Şerên li cîhanê bi dawî nebûn" û aşkera kir ku ji ber ku şer bi dawî nebûne, hêj dubare tên nîqaşkirin.    'ŞOREŞ E AN REFOR E?'   Jose Danîlo Borjan jî li ser mijara "Şoreşa Cotemehê û Kapîtal, Bandora wê ya di Şoreşa Fîlîpînê de" sekinî û ev tişt anî ziman: "Dîktatoriya proleterya, xwedî demokrasiya ploreteryayî ye. Lenîn dixwest hin neteweyan bîne gel hev, Yekitiya Sovyetê hêj zêdetir bi hêz kir û lê piştî mijira Lenîn plîtîka ji hêla Stalîn ve hat rêvebirin. Serkeftina Şoreşa Cotmehê hin welatên sosyalîst derxistin holê. Çîn li dijî emperyalîzmê welatekî mezin ê sosyalîst e. Vîetnamî û Komboçyayiyan têkçûneke mezin bi DYA'yê dan temkirin."   Danîlo Borjan pênaseya şoreş û reformê kir û pirsa "Ev şoreş e an reform e?" kir, xwest berî her tiştî partiyên çepgir bersiva vê pirsê bidin û ev nirxandin kir: "Pergala kapîtalîst a cîhanê ber bi xirabûnê ve diçe û dixitime. Mirov li dijî kapîtalîzmê di lêgerîna alternatîfan de ne. Divê her partî desthilatdariya siyasî bi dest bixe û ji bo pêkanîna sosyalîzmê têkoşîneke rast bimeşîne."   Danîlo Borjan destnîşan kir ku şoreş ne tenê ya heyî guhertin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di serî de heta niha polîtîkaya me eynî ye. Tenê hêlê wê hatin guhertin. Artêşa Gel a Nû bi 60 şervanan dest pê kir, niha qasî 10 hezar şervanên wê hene. Li 70 bajarî zêdetir têkoşîna çekdarî dimeşînin."   'DESTHILATDAR NADE, EM DISTÎNIN'   Danîlo Borjan piştrast kir ku 6 berdevkên wan li parlamentoyê ne, da zanîn ku rola tevgera ciwanan a di avakirina Partiya Komînîst de gelekî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ciwanan di heman demê de bi rêya propagandayê şoreş di nava civakê de belav kir. Jinên hevrêyên me hem li bajaran û hem jî li çoltarê xwedî têkoşîneke mezin bûn."   Danîlo Borjan li ser muzakereyan jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Desthilatdariyê tu tişt diyarê me nekir, me bi têkoşînê bi dest xist. Muzekereyên aştiyê bi 4 pêngavan dewam kir, lê ji ber ku girtiyên şoreşger serbest nehatin berdan, pêvajo careke din bi dawî bû. Desthilatdariyê dixwest têkoşîna çekdarî bi dawî bibe, me jî got ku 'Dema pêvajoya aştiyê dewam bike şer nasekine.' Heke em beyî şer li pêvajoya aştiyê rûnên, dê tu tişt li holê neyê dîtin."   Rûniştin bi pirs û bersivan dewam dike