BÛRSA - Li Bûrsayê, zilamê ku bi jina penaber a ji Sûriyeyê Hayat Hattab re zewiciye, li mala wê ew kuştin. Zilamê ku Hattab kuşt, ji malê reviya. Polîs ji bo kujer bibînin ketin nava hewldanan.
Li Navçeya Yildirim a Bûrsayê, zilamê ku bi jina penaber a Sûriyeyî Hayat Hattab re zewicî bû, li malê wê ya li qatê 4'an Hayat Hattab kuşt û reviya. Cîranên ku dengê qerîna Hattab bihistîn agahî dan polîsan. Piştî polîs hatin malê dîtin ku Hattab li malê ji aliyê zilamê ku pêre zewiciye ve hatiye kuştin. Polîsan piştî lêkolîna nasnameyê diyar kirin ku jina hatiye kuştin Hayat Hattab a ji Sûriye ye. Şahidan diyar kirin ku Hattab bi Ali Hattab re zewicî bû. Polîs piştî bûyerê ketin şopa Alî Hattab.