STENBOL - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin rapora Adara 2019'an aşkere kir. L gorî raporê di Adarê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora tundiya li dijî jinê ya Adara 2019'an aşkere kir. Li gorî rapora Platformê ku agahî serlêdan û çapemeniyê girtin, di Adarê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Platformê anî ziman ku îstîsmara li dijî zarokan û tundiya zayendî ya li dijî zarokan ji agahiyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin zêdetir e û tundiya zayendî û îstîsmara li dijî zarokan berdewam dike. Li gorî raporê li Stenbolê 8, Li Mêrsînê 2, li Antalya 2, li Enqere, 1, Edene 1, Bursa 1, Erzirom 1, Dîlok 1, Hatay 1, Îzmir 1, Kirikkale 1, Kırklareli 1, Kocaeli 1, Konya 1, Tokat 1, Trabzon 1, Uşak 1, Gumuşhane 1 jin hatin kuştin.
Li gorî raporê di nava 27 jinên hatin kuştin de faîlê 9 jinên hatin kuştin nehat diyarkirin. 6 jin ji aliyê zilamê bi wan re zewicîbûn ve hatin kuştin. 4 jin ji aliyê kurê xwe ve 1 ji aliyê nîşaniyê xwe ve hat kuştin. Jinek jî ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin. Jinek jî ji aliyê zilamê ku hev berdan ve hat kuştin. Jinek ji aliyê zavayê xwe ve hat kuştin. 10 bi çekan hatin kuştin, 3 hatin fetisandin. 2 bi lêdanê hatin kuştin. Jinên hatin kuştin wiha ne: Samira Arslan, Ayşe Demir, Sinem Gedik, Suzan H., Elmas Aksu, Fikar Talu, Hacer Cengiz, Fatma Şengul, Ayyuş Çetin, Ayşe Dayıoglu, Ozlem S.,Mine Topçu, Seher Polat, Fatma Erdogan, Muslime B, Nihal Işıldar, Yeliz Y, Saadet K., Keziban Ercan, Ayşe Solmaz, Zeynep Esin, Arzu Ozkan, Leyli E., Zeynep Ozturk, Ayni D., Ebru Erdem, û jina 47 salî ya navê wê nehat zanîn.