ŞIRNEX – Hevşaredarên HDP’î yên Cizîrê duh şaredariyê dewr girtin. Hat zanîn ku avahiya şaredariyê ji aliyê qeyûm ve dewrî Qeymeqamiyê hatiye kirin.
Hevşaredarên HDP’ê yên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu duh mazbata xwe wergirtin û pişt re çûn şaredariyê dewr girtin. Qeymeqamê navçeyê di heman demê de qeyûm bû ku şaredariyê birêve dibir. Hat zanîn ku qeyûm şaredariyê 200 milyon TL xistiye bin deyn û hevşaredaran ewil ji yekîneyên şaredariyan raporên der barê deyn û malên neguhêzbarên şaredariyê xwestin.
Tê payîn hevşaredar dê di çarçoveya raporê de raya giştî agahdar bikin.
QEYÛM AVAHIHYA ŞAREDARIYÊ DEWRÎ XWE KIR
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên şaredariyê hatin bidestxistin; hat zanîn ku avahiya şaredariyê demek berî niha ji aliyê qeyûm ve dewrî Qeymeqamiya Cizîrê hatiye kirin. Nehat zanîn ku dewrkirina avahiya şaredariyê li gorî kîjan prosedurê pêk hatiye.