MÊRDÎN - Namzetên Hevşaredariya Şemrexê ya HDP’ê ku mazbata xwe girtin û dûh bi gel re ketin avahiya şaredariyê, bi talana qeyûm re rû bi rû man û derket holê ku qeyûm şekir û çay jî di şaredariyê de ne hêlane.
Şarederîya navçeya Şemrexê di dema dibin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, qeyûm tayin kirin. Di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 56.40 şaredarî qezenc kir û dîsan derbasî rêveberiya HDP’ê bû. Hevşaredarên HDP’î Nalan Ozaydin û Îbrahîm Çoko, piştî mazbata xwe girtin, bi gel re girseyî derbasê avahiya şaredariyê bûn. Hevşaredarên ketin avahiya şaredariyê bi talana qeyûmê re rû bi rû man.
WELATÎ ŞEKIR Û ÇAY STANDIN
Hevşaredaran sereke ji bo tespît kirina deyn û firotina neguhesbarên şaredariyê bi Midurê Jimaryariyê re hevdîtin pêk anîn. Hevşaredaran piştre ji gel re çay xwestin, lê dîtin ku dema qeyûm ji şaredariyê derket şekir, çay û şûşeyên di çayxaneya de jî bi xwe re biriye. Li ser vê yekê welatiyan ji şaredariyê re şekir, çay û şûşe standin.
MIDÛRÊ JIMARYARIYÊ QEYÛM PARAST
Midûrê Jimaryariyê derbarê valekirina çayxaneyê de qeyûm bi gotinên “Şaredar hemû deynên şaredariyê da û tişten nû ji şaredariyê re nestand. Ji ber vê yekê çayxane vale ye” parast. Hevşaredarên Şemrexê derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û gotin qeyûm şaredarî talan kiriye.
‘ŞEKIR Û ÇAY JÎ BI XWE RE BIRINE’
Hevşaredar Nalan Ozaydin anî ziman ku gelê Şemrexê xwedî li vîna xwe derket û wiha axivî: “Em bi gelê xwe re derbasî avahiya şaredariyê bûn û em bi talana qeyûmê re rû bi rû man. Binêrin şekir û çaya di çayxaneyê de jî bi xwe re birine. Hişmendî heman hişmendiye. Hişmendiya vîna gel dagirkir, tişten şaredariyê de jî dagir kiriye. Em ê talana qeyûmê ji gelê xwe re ragihênin.”
‘JI BILÎ MASE Û SENDELIYÊN KEVIN TU TIŞT NE HÊLANE’
Hevşaredar Îbrahîm Çoko jî, da zanîn ku di avahiya şaredariyê de ji bilî mase û sendeliyên kevin tiştek ne hêlane û wiha got: “Ji gelê me re çay jî ne hêlane. Em ê bi rakirina amûrê X-Ray’ê ya li ber deriyê şaredariyê rakirinê dest bi kar bikin. Em ê şaredariyê ji gelê xwe re vekin.”
MA/ Ahmet Kanbal