ENQERE - Biryara bi hincet a Doza Pasûrê ya 11 gundiyên di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de hatin binçavkirin û windakirin, ji navnîşana parêzserê doza Pasûrê Tahîr Elçî re şandin.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundiyên di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de binçav kirin û winda kiribûn. Danişîna herî dawî ya “Doza Pasûrê” li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê di 19’ê Îlona 2018’an de hat dîtin û dadgehê derbarê dozê de biryara “Dem borî" dabû. Dadgehê, biryara dem borînê, ji navnîşana serokê Baroya Amedê yê 3 sal berê hat kuştin Tehir Elçî yê wê demê parêzerê birayê Bahrî Şimşek Keleş Şîmşek bû, re şand. Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a navçeya Sûra Amedê, dema daxuyanî dida çapemeniyê hat kuştin û ligel ku 3 sal di ser kuştina wî re derbas bû jî, hîna kujerên wî nehatine dîtin.
DMME'ê di 31’ê Gulana 2001'an de der barê 11 kesên hatibûn windakirin û kuştin de, bi sedema lêpirsînek xurt nehatiye birêvebirin Tirkiye mahkum kiribû. Dozger Feyyaz Golcuklu qebûl kiribû ku eskeran li dijî zagonan welatî binçavkirine. Meclîsa Tirkiye jî di 2004'an de qebûl kiribû ku di fermandariya General Yavuz Erturk de operasyon pek hatiye. Îdîaneya hatibû amadekirin ji aliyê 7’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê ve hatibû qebûl krin û darizandinê dest pê kiribû.