AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 153 rojin li ber xwe dide.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 153'yemîn de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 140'an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 114'emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 115 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 40'emîn de didome.
ÇALAKIYA LI AVAHIYA HDP'Ê BERDEWAM DIKE
Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 95 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 85, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 93 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 42 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME
Çalakiya Yusuf Îba li Torontoyê 88 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 87 roj, Husên Yildiz 82 roj, Hasbî Çakici 81 roj in di greva birçîbûnê didomînin. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 80 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 76 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 71 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 66 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 49 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 24 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 45 roj, Gulebax Celal 24 roj in di greva birçîbûnê de ye.