AMED - Welatiyê berasteng Kasim Pîrînçcî, bilêv kir ku ji bo li bazaran barê xelkê bar bike, pêdiviya wî bi erebokeke destan heye. Pîrînçcî, daxwaznameya xwe ya kaxeza wê qetiyayî ji bêrîka xwe derxist û diyar kir ku fiyetê ereboka destan bi 100 lîreyî ye û got: "Wele keko, her tişt zor bûye. Mirov nikarin debara xwe bikin. Ji min re gotin here Xarpêt û Meletiyê serî li şaredariyan bide wê erebokê ji te re bikirin. Va tu dibînî, ez ber bi Meletiyê ve diçim."
Welatiyê berasteng Kasim Pîrînçcî (36) ku bi eslê xwe ji Palû ya Xarpêtê ye, tevî dayika xwe ya nexweş û 2 birayên xwe yên çavên wan nabîne li navçeya Rezan a Amedê di xaniyekî bikirê de dijî. Pîrînçcî, bilêv kir ku ji bo li bazaran barê xelkê bikişîne û debara xwe bike pêdiviya wî bi erebokeke destan heye. Pîrînçcî, diyar kir ku fiyetê ereboka destan bi 100 lîreyî ye û ji bo erebokê bikire bajar bi bajar digere û serî li şaredariyan dide.
Li Trêna Guney Ekspresî ya ji Misircê ber bi Enqereyê ve diçe em leqayî Pîrînçcî hatin. Pîrînçcî, anî ziman ku pêdiviya wî bi erebokeke destan heye û daxwaznameya xwe ya kaxeza wê qetiyayî lê bi bandê bi hev vekiriye û ji Şaredariya Xarpêtê re nivîsandiye ji bêrîka gomlekê xwe yê di bin qazax de li xwe kiriye derxist û got: "Wele keko, her tişt zor bûye. Mirov nikarin debara xwe bikin. Em li hinda cezaeviyê dimînin. Xaniyê me bi kirê ye. Cîran xwarinê ji me re tînin. Em pênc kes in. Birayê min ê mezin ji me cihê bûye. Ez, diya xwe û du birayên xwe dimînin. Her du birayên min jî çavên wan nabînin. Diya min jî extiyar e, nexweş e."
Pîrînçcî, anî ziman ku meaşê wî yê berastengiyê têra wan nake û got:"Li Amedê, ji bo heqêereboka destan peyda bikim çûm şaredariyê. Lê tenê 50 lîre dan min û gotin, ji me re dua bike da em di hilbijartinê de bi ser bikevin. Min ew jî da diya xwe. Paşê hin kesan got, madem tu ji Xarpêtê yî biçe serî li Şaredariya Xarpêtê bide. Lê ez ewil çûm Meletiyê, lê ji ber negihaştim mesaiyê, wê rojê li îstasyonê raketim. Dotira rojê jî min nikaribû xwe bigihîne şaredar. Niha dîsa diçim Meletiyê û ez ê ji wir jî herim Xarpêtê."