WAN - Polîsan di nava 2 salan de bi dehan caran Rojnameger Oktay Candemîr, binçav kirin û berdan. Polîsan herî dawî di 5'ê Nîsanê de bi ser mala Candemîr de girtin, binçavkirin û 2 roj şûnde serbest berdan. Candemîr, piştî hat berdan, têkildarî zextên li ser rojnamegeran axivî û wiha got: “Li Tirkiye dixwazin êdî rê li pêş rojnamegeriyê bigirin. Lê em ê heta dawî mafê xwe yê huriyet û azadiya ramanê biparêzin. Em ê heta dawî rojnamegeriyê bikin."
Li Wanê polîsan di 5'ê Nîsanê de bi ser mala Rojnameger Oktay Candemîr de girt û li malê binçav kirin. Polîsan piştî binçavkirina 2 rojan sewqî dozgeriyê kirin û Candemîr bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Di nava 2 salên dawî de 25 caran doz li Candemîr vekirin. Candemîr, piştî herî dawî hat berdan, der barê zextên li ser rojnamegeriyê û astengiyên li pêş xwe axivî: “Niha li Tirkiye nêzî 180 rojnameger girtî ne. Li dijî rojnamegeran bi girtin, binçavkirin û vekirina dozê dixwazin dengê çapemeniya azad û muxalif qut bikin. Ez jî wekî rojnamegeran di bin van zextan de me. Dema min binçav dikin û berdidin wekî sucdar nezî min dibin. Ji bo ku ez nûçe çênekim gefan li min dixwin. Dozger hemû nûçeyên ku min çêkirine tevan wekî 'propaganda rêxistinê' dihesibîne. Dibêjin 'Hûn bi van nûçeyan hişekî ava dikin' Dozger nirxandina xwe lê zede dike. Fezlekeyên polîsan jî wisa ne."
'POLÎSAN DERIYÊ MALA MIN ŞIKANDIN'
Candemîr, da zanîn ku herî dawî dema polîsan bi ser mala wî de girtin wekî bi ser mala endamekî rêxistinê de bigirin û wiha axivî: “Ne wekî ku bi ser mala rojnameger de bigirin. Wekî bi ser mala endamekî rêxistinê de biğirin tundî meşandin. Bi qêrîn û gefan xwestin zextan li ser min bikin. Dema bi ser malê de girtin deriyê mala min şikandin û bi kulma li min xistin. Bi lêdanê ez ketim xwar. Dema di nava malê de bêtir tuntdiyê zêde dikin. Piştî ez binçavkirim diyar kirin ku der barê dosyayê de biryara veşartinê heye. Dosyaya min ji parezeran vedişêrin. Bi hinceta biryara veşarti heye naverokê ji parêzeran vedişêrin. "
'ÇIMA TU NÛÇEYÊN HDP'Ê ÇÊ DIKE'
Candemîr, da zanîn ku di bin çavan de pirsên 'Tu çima nûçeyên HDP’ê çê dike? Tu çima çû kongreya HDP’ê? Tu çima daxuyaniyên DBP'ê dişopîne? Nivîsê tu dinivîse çima îşkenceya li Sîlopî tîne rojevê? pirsî. Niha li pêş dozger û dadgeran dosyayek zêde heye. Li Tirkiye çêkirina nûçeyan sûc e? Ez jî di navde gelek rojnameger li Wanê tên guhdarkirin. Di girteka guhdarkirinê de dibêjin 'Endamê rêxistinê' Di serî de biryar dane û telefonên me guhdar dikin. Piştre derket holê ku tiştek tune ye. Ev nerîna dewletê ya li hemberî rojnaemgeran pir aşkere diyar dike. Li Tirikye rojnamegerî, azadiya raman û îfadeyê tune ye. Li Tirkiye Rojnamegerî sûc e. Wekî ku pîşeyê dewletê xerab nîşan dide pênase dikin. Wekî pîşeyê ku şaşî û kêmasiyên dewlet, hikûmet, esker û polîsan dinivîse pênase dikin. Ji min re dibêjin te Suleyman Soylu rexne kiriye. Min heqaret nekiriye, gef jî nexwarine. Rexnekirina Suleyman Soylu divê ne suc be. Dixwazin bi vê yekê rê li pêş rojnaemgeriyê bigirin. Em ê heta dawî mafê azadiya raman û îfadeyê biparêzin û di şertên zor de bin jî ezê rojnamegeriyê berdewam bikim."
MA / Mujdat Can