STENBOL - Reyhan Coşmûşlû ya ji 17’ê Kanûnê ve li Girtîgeha Bakirkoy di grev birçîbûnê deye bi navbeynkariya malbata xwe ev bang li raya giştî kir: “Di kolên Tirkiye û Kuristanê de bibin dengên me.”
Yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê dene Reyhan Coşmûşlu ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne ye. Coşmûşlû, di sala 2016’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin, 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Coşmûşlû dest pê kê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dûre li Girtî Tîpa T a Xarpêtê û niha jî li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê dimîne.
Coşmûşlû, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re, derbarê çalakiya xwe de ev peyam da: “Bi hêviyên serkeftinê em hemû gelê Kurd silav dikin. Di berxwedana zindanan a dîrokî de cih girtin, hestek pîroze. Ev çalakî roj bi roj mezin bû û belav bû. Îro bi hezaran kes bi kelecaniyek mezin beşdarî vê pêvajoyê bûn. Em başin, daxwaz û rojeva me zelalin. Bi bîr û baweriyek mezin, me dest vê çalakiyê kir. Em bi rihê 14’ê Tîrmehê weke şopdarên Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş heta dawiya çalakiya xwe berdewam bikin. Teqez armanca me ne mirine, berevajî em dixwazin xwe bigihînin heqîqek û jiyana azadiyê. Ev hiqîqet jî, bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”
'XWEDÎ BERXWEDAN ZAROKÊN XWE DERKEVIN’
Coşmûşlû, da zanîn ku heta tecrîd bi dawî nebe, ewê çalakiya xwe bi dawî nekin û ev bang li raya giştî kir: “Heta ku Ocalan dibin tecrîdê de be, dê çalakiya me berdewam bike. Bi taybetî dixwazim bang li gelê me bikin; xwedî berxwedana zarokên xwe derkevin. Bila di kolanên Tirkiye û Kuristanê de bibin dengê me.”