RIHA - Parlementerê HDP’ê yê Riha Omer Ocalan, deberê çalakiya greva birçîbûnê de axivî û got: “CPT a divê bêşert û bêmerc hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne, îro ketiye rewşa şopandinê. Hemû kesên ku temaşeyî vê pêvajoyê dikin, hevkarên mirin rû bidin e.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiribûn, dewam dike. Berxwedana 7 hezar girtiyên ji 1’ê Adarê ve bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin jî, bi biryardarî didome. Di nava pêvajoya grevên birçîbûnê de, li Almanyayê Ûgûr Şakar û li girtîgehan Zulkef Gezen ê 33 salî, Ayten Beçet a 24 salî, Zehra Saglam a 23 salî, Medya Çinar a 24 salî, Yonca Akici, Sîraç Yuksek û Mehsûm Pamay ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan dawî li jiyana xwe anîn.
‘DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNEK BERFIREH HEBE’
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Riha Omer Ocalan, derbarê çalakiya greva birçîbûnê de axivî. Ocalan, diyar kir ku ji bo bi dawî anîna grevên birçîbûnê tekane rê rakirina tecrîdê ye û wiha got: “Di hilbijartina 31’ê Adarê de darbeyek mezin li AKP’ê ket. Bi hêza ku di hilbijartinan de hat qezenc kirin, divê li dijî tecrîda li ser Ocalan têkoşînek berfireh bê dayîn.”
'YÊN KU TEMAŞE DIKIN HEVKARIN'
Omer Ocalan, anî ziman ku divê tecrîda li ser Ocalan ra be û wiha bilêv kir: “Rayedarên hikumetê divê gav bavêjin. Ger gav neyin avêtin, dibe ku mirin pêk bên. Heta ku hêzên navneteweyî ne pejirînin, Ocalan nayê tecrîd kirin. Ger îro polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan hatine girankirin, bingeha xwe ji nêzîkatiyên Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîteya Pêşîlêgerina Îşkenceyê (CPT) û hêzên navneteweyî digire. Ger NY û CPT peywira xwe cih bi aniyan, tecrîd evqas giran ne dibû. CPT’iya ku divê bêşert û bêmerc hevdîtinê bi Ocalan re bike, îro ketiye rewşa şopandinê. Tenê pêvajoyê temaşe dike. Hemû kesên ku temaşeyî vê pêvajoyê dikin, hevkarên mirin rû bidin e. Ji bo ku ev pêk neyê divê NY û CPT’ê erka xwe bi cih bînin”
'DIVÊ ZEXT LI SAZIYAN BÊN KIRIN'
Parlementer Ayş Surucu jî, anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha bilêv kir: “Hêzên ku Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin, îro jî berpirsê tecrîdê ne. AKP, NY û CPT’ê berpisên mirinên di girtîgehan de rû bidine. Hêzên demokratîk divê zextê li saziyên berpirsiyar bike. Her roj ji girtîgehan mirinên nû derdikevin. Kê çi bike, divê demildest bike. Her ku dem derbas bibe, dê zêdetir mirin pêk werin. Rewş girtiyan asta krîtîkbûnê derbas kirine. Ji ber vê kê çi bike, bila êdî bike.”