AMED - Dayika Ahmet Surme yê 104 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê deye Fatma Surme, xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: “Divê em dayik li benda mirinan nemînin û encam çi dibe bila bibe divê em mirinan rawestînin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê 31 salî Ahmet Sûrmê yê di 26’ê Kanûna 2018’an de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dest pê kir di roja 104’an de berdewam dike. Surme li navçeya Bîsmîl a Amedê hatiye dinê û di sala 2016’an de li navçeya Kula ya Mûgla hat binçavkirin û girtin. Bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” 16 sal cezayê girtîgehê li Surme hat birîn. Surme yê 2 mehan li Girtîgeha Sergirtî ya Mûgla me, sîrgûnê Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê hat kirin. Surme yê bi malbata xwe re hevdîtin kir, da zanîn ku heta tecrîd ranebe dê çalakiya xwe bidomînin.
'BI ZORÊ NEFES DIDE Û DISTÎNE’
Dayika Surme Fatma Surme ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: “Ez herî dawî di 26’ê Adarê de çûm hevdîtinê. Kurê min bi zorê rêve diçû. Bi alîkariya hevalên xwe hat odeya hevdîtinê. Dema kurê min diaxivî bi zorê nefes dida û distand. Ez û hevjînê xwe bi hevre çûn hevdîtinê. Rêyê kurê min zer bibû. Destên wî mîna cemedê bû. Ji min re got ‘Em dixwazin tecrîd rabe û zextên li ser gelê me bi dawî bibe. Ger tecrîd dewam bike, emê çalakiya xwe berdewam bikin. Bila kes di vî warî de bi me re bazarê neke. Daxwazên me zelalin û li holêne. Heta ku tecrîd ranebe emê dest ji çalakiya xwe bernedin.’”
'DIVÊ EM MIRINAN RAWESTÎNIN'
Dayik Surme, xwest ku daxwazên zarokên wan bên qebûl kirin û wiha got: “Li girtîgehan bêyî mirin zêdetir bibin divê daxwazên wan bên qebûl kirin. Divê hemû dayik grevên birçîbûnê bibînin û wateyê bidin vê çalakiyê. Zarokên me aştî û azadiyê ne tenê ji bo gelê Kurd dixwazin. Divê dayikên Tirk jî bêjin êdî bese. Ji bo ku aştî li vî welatî pêş bikeve, divê hemû dayîk dest bidin hevdû. Divê em dayik li benda mirinan nemînin û encam çi dibe bila bibe divê em mirinan rawestînin. B isalene Kurd li dijî bêmafiyê têdikoşin. Tişta ji destê wan hat kirin. Em ê tu carî serî li hemberî vê zilam dijminantiyê netewînin. Ez di wê baweriyê deme ku dê heqîqek qezenc bike û ev qezenckirin jî dê ya vî gelî be.”
'BILA JI MIRINA RE ÇARESERÎ BIBÎNIN’
Bavê Surme Takyeddîn Surme jî, diyar kir ku îro li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran mirov di grevên birçîbûnê dene û got: “Lê medya bi tu awayî van grevên birçîbûnê nabîne. Divê desthilatdarî êdî çareseriyekê bibîne. Ez weke bavekê dixwazim pêşiya mirinên zarokên me bigirin û çareseriyek pêk were. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka me ye. Ev pirsgirêk, pirsgirêka Wezareta Dadê, Wezîrê Karê Hûndir û serokkomare. Ji ber ku em baş dizanîn Wezareta Dadê li benda gotinekê serokkomare. Piştî ku kurê min jiyana xwe ji dest da, ma ezê çi ji vê cîhanê bikim?”