NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 152 roj in di greva birçîbûne de ye hêjayî Xelata Îbrahîm Ehmed ditîn.
Li Silêmanî li Hola Tewarî Hunerî 19'emîn xelatên ji bo wefata nivîskar û siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ehmed ya sala 2019'an bi merasîmêkê hatin belavkirin. Di nava kesên hatîn xelat kirin de Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya ev 152 roje li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye hêjayê xelatê hat ditîn.
Xelat ji aliyê Şanaz Îbrahîm Ehmed ve hate dayîn. Xelata Leyla Guven ji aliyê Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş ve hat wergirtin. Peyama Leyla Guven a ji merasîmê re hatî şandin ji aliyê Guneş ve hate xwandin.