NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tebqayê di encama teqîna du mayînan de welatiyek jiyana xwe ji dest da û di nav de yek jê zarok 4 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Tebqa teqîna mayînan pêk hat. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) agahiyên ji Hêzên Ewlekariya Hundir hatî bi dest xistin li kolana Fayiz Mensûr a rojhilatê bajarê Tebqayê saet di 19:00‘an de teqîna du mayînan pêk hat. Hate ragihandin ku ji ber teqîne welatiyek jiyana xwe ji dest da û zarokek jî nav de 4 sivîl birîndar bûn. Hate gotin ku birîna zarok giran e û li Nexweşxaneya Tub El-Hedîsa ya bajêr tedawî dibe.
Hêzên Ewlekariyê cihê teqînê dorpêçkirin û lêpirsîn dan destpêkirin.