MÊRDÎN - Hevşaredardên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag li gel ku di hilbijartinê de 65 hezar û 794 dangan derket pêş jî dîsa li ser îtîraza AKP'ê mazbata Ahmet Turk û Figen Altindag nadin wan.
Li Mêrdînê di hilbijartina 31'ê Adarêde HDP'ê ji sedî 56.24 deng stend û bi 65 hezar û 794 dangan derket pêş. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdinê yên HDP'î Ahmet Turk û Figen Altindag li gel ku bi rêjeyek zede derket pêş jî li ser îtîraza AKP'ê mazbata nadin Turk û Altindag. Parêzerê Ahmet Turk bi Lijneya Hilbijartine ya Mêrdînê re hevdîtin kir, lê Lijneyêdiyar kir ku ji ber AKP’ê îtîraz kiriye niha mazbatê nadin. AKP'ê 19 hezar û 373 dengen ku nehatibûn qebûlkirin îtîraz kiriye û ji ber vê yekê Lijneya Hilbijartinê mazbata nade hevşaredar Turk û Altindag.
Di hilbijartinê de Namzetê AKP'ê Mehmet Vejdi Kahraman 143 hezar û 60 deng stendin. Namzetên HDP’ê Turk û Altindag jî 208 hezar û 854 deng stendibû.