QERS - Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen piştî mazbata girtin dest bi xebatê kirin. Bîlgen diyar kir ku ewê li gel hemû partiyan ji bo xizmeta bajar xebatê bikin.
Hevşaredarên Qersê yên HDP'î Şevin Alaca û Ayhan Bilgen, hefteyek piştî hilbijartinê mazbata girtin. Hevşaredar Alaca û Bîlgen çûn Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û mazbata girtin. Hevşaredaran piştî mazbata girtin hatin ber avahiya şaredariyê û daxuyanî dan. Şevîn Alaca ji her kesî re spasiyên xwe anî ziman û got: "Me bi dirûşmeya guhertin û veguhertina Qersê dest bi kampanya xebatê kir. Me bi hevre qezenç kir. Em û gelê xwe bi hevre dê şaredarî û bajar bi rêve bibin û bi hevre pirsgirêkan çareser bikin."
'WÊ KÊMASÎ ÇÊNEBIN'
Hevşaredar Ayhan Bilgen jî spasiyên xwe bi her kesî re parve kir û wiha got: "Piştî YSK encamên fermî aşkere bike emê civîna xwe ya ewil a meclîsê pêk bînin. Emê karbeşiyê bikin. Em û hemû partî ji bo berjewendiyên bajar emê xizmetê bikin. Em êdî wekî Şaredariya Qersê li gel hevalên xwe bi xebatên xwe emê xizmeta bajar bikin. Ji ber biryara Walîtiyê emê pîrozbahiyek bi girseyî nekin. Şaredarî ji destê wê çi bê wê bike. Di milê xizmeta paqijiyê de jî em ê dest bi xebatan bikin.
Hevşaredar Alaca û Bilgen piştre derbasî Şaredariyê bûn. Wekilê Şaredarê berê Nusret Kara Alaca û Bilgen pêşwazî kir û mohra şaredariyê teslîmî Hevşaredaran kir. Piştî mohra şaredariyê deslîmî Hevşaredaran kir bi awayekî fermî serdema HDP'ê li Qersê dest pê kir.