ÎDIR - Li Îdirê ku HDP'ê di hilbijartinê de şaredarî qezenç kir, MHP'ê ji bo betalkirina hilbijartinê serî li YSK'ê da.
Li Îdirê di hilbijartina 31'ê adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredarî qezenç kir. Piştî HDP'ê şaredarî qezenç kir, MHP'ê ewil serî li Lijneya Hilbijartinê ya Îdirê da. Piştî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar serlêdana wan red kir niha MHP'ê serî li Lijheya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.