DERSÎM - Şaredarê Dersîmê Fatîh Maçoglu, piştî hat ser kar, ewil dîwarê qeyûm ê li pêş şaredariyê ava kiribû xera kir.
Wezareta Karên Hundir di sala 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê kiribû. Qeyûm piştî tayînî şaredariyê bû, ewil li dora avahiya şaredariyê dîwar lê kir û dîwar kir wekî qereqolê. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê ku Şaredarê Partiya Komînîst Mehmet Fatîh Maçoglu bi ser ket û mazbata xwe girt, bi maşîneyên kar dîwarê beton ê li pêş şaredariyê xera kir. Şaredarê Dersimê Fatih Maçoglu, hat pêş şaredariyê û piştre maşîneyên kar ên şaredariyê dîwar xera kir. Maçoglu, li vir daxuyanî da û diyar kir ku ji bo xebatek bêtir zelal bimeşîne û di navbera gel û şaredariyê de astengî tune bin dîwarê di nava gel û şaredariyê de xera dike."