NAVENDA NÛÇEYAN - Bîanetê pirtûka destan a Nûçegihaniya Zarokparêz ku Umay Aktaş Salman bi tirkî nivîsand û Murat Bayram, Ferid Demirel û Abdulselam Yildirim wergerî kurdî kir, çap kir.
Bîanetê pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz bi tirkî û kurdî weşand. Umay Aktaş Salman, pirtûk bi tirkî nivîsand û Ezgi Koman jî ji bo weşanê amade kir. Edîtorên kurdî yên bianetê Murat Bayram, Ferid Demirel û stajyerê kurdî yê bianet Abdulselam Yildirim jî wergerî kurdî kir. Pirtûk bi formata online amade kirin û her xwîner dikarin li ser komputer, tablet û telefonê jê sûd bigirin. Pirtûka destan ji 56 rûpelan pêk tê. Pirtûk bi nivîsa Rojnameger Nadire Mater, Seroka Lijneya Rêveberiya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û şêwirmenda projeyê dest pê dike. Rojnameger Mater di nivîsê de gotiye “Hêviya me heye ku êdî wê ti kes di nivîsandina nûçeyan de zarokparêziyê piştguh neke yan jî wê hincetê nebîne ku çêneke”.
NÛÇE Û ZAROK
Di beşa bi navê “Li Tirkiyeyê Rewşa Zarokan” de rewşa zarokên ku li Tirkiyeyê dijîn tê vegotin. Di beşa bi navê “Di Medyayê De Zarok” de behsa nîşandana zarokan a di medyayê de dike. Beşeke mezin ji pirtûkê behsa pêşniyarên ji bo rojnamegeran dike. Pêşniyar û xalên ku di dema çêkirina nûçeyên derbarê zarokan de divê rojnameger lê baldar bin di pirtûkê de hatine nivîsandin. Di beşa bi navê “Nûçeyên Mînak” de jî mijarên ku di pirtûkê de behsa wan hatine kirin bi nûçeyên mînak hatiye berbiçavkirin. Di rêberê de her weha rojnamegerên ku li qada rojnamegeriyê kar dikin behsa tecrûbeyên xwe kirine, zarokan jî nêrînên xwe aniye ziman. Pirtûk bi ferhengekê diqede ku bi nêrîna zarokparêziyê hatiye amadekirin.