WAN /MÊRDÎN - Platforma Demokrasiyê ya Wan û Mêrdînê, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û diyar kir ku ger mirin pêş bikeve berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. Platforman bang li hikûmet û civakê kirin û xwestin li hemberî daxwazên girtiyan gavan bavêjin û hestiyar tev bigerin.
Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku TUHAYDER, KESK, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di navde; ji 26 rêxistinen demokratîk pêk tê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê li Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê platformê Serokê Şaxa Yapi Yol Senê yê Wanê Îbrahim Çelik daxuyanî da. Çelîk, diyar kir ku li hemû girtîgehên Tirkiye bi hezaran girtî li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê de ne. Birez Leyla Guven, li dijî tecrîdkiina Birêz Abdullah Ocalan 152 rojin di grevê de ye û dixwaze mefê wî yê zagonî u hiqûqî bê parastin. Ji 1'ê Adara 2019'an û şûnde nêzî 5-6 hezar girtiyên siyasî li dijî tecrîdê ketine grevê. Daxwaza tevan ewe ku tecrîd bi dawî bibe û malbat û parêzer biçin İmraliyê hevdîtin bikin.
'HIKÛMET BERPIRSIYARÊ MIRINAN E'
Çelik, da zanin ku kesên ketine greva birçîbûnê hatine sînorê krîtîk û wiha lê zêde kir: “Heta niha 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Xwestin daxwaza wan pêk bê. Lê hikûmetê heta niha gav neavêtiye. Ji ber mirina van kesan em bi fikar in. Em carek din dubare dikin ku ji bo hemû girtîgeh rabin emê heta dawî têbikoşin. Ger ku mirinek pêk bê di serî de hikûmet û hemû kesên li hemberî van daxwazan berpirsiyariyê nadin ser xwe berpirsiyarê vê yekê ne. Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Ji bo ku kes jiyana xwe ji dest nedin, divê hemû civak û cemawerî bi hevre denge xwe bilind bikin. Ger ku îktîdar bêdeng bimîne jî divê civak û mirov bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Em bang li hemû cemaweriyê dikin kû hestiyar tev bigerin. "
BERIYA CENAZEYÊN DIN DERKEVIN...
Li Merdînê jî rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên sivîl û hiqûqnasan bi heman armancê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di daxuyaniyê de nûnerên ÎHD, SES, Odeya Tabîban a Mêrdînê (MTO), Baroya Mêrdînê, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komîsyona Mafên Mirovan, sendisayên girêdayî KESK'ê, amade bûn. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 9 girtî 93 rojin di greva birçîbûnê de ne. Li ser navê rêxistinên demokratîk û parazvanên mafên mirovan Rêveberê MTO Tuncay Gokçen daxuyanî da. Gokçen, diyar kir ku tu tişt ji mafê jiyana mirov pîroztir û bi qîmettir tune ye. Gokçen, xwest heyeta çavdêriyê biçin li girtîgehan lêkolîn bikin û rewşa girtiyan bi cemaweryê re parve bike. Gokçen, bang li Wezareta Dadê kir û xwest bêyî cenazeyên din ji girtîgehê derkevin gavan bavêjin.
Gokçen, bal kişand ser rewşa girtiyên li Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê û wiha got:
“* Di 5'ê Çileya 2019'an de 8 mêr û 1 jin bi giştî 9 kes ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bê dawî. Ji 1'ê Adara 2019'an û şûnde 133 kesên din tev li çalakiyê bûne. Piştî girtî ketin grevê tenê destûr naden ku refaqetvanek pêdiviyê wan pêk bîne. Tenê bijîşk û personelek tenduristiyê li girtîgehê bi tenduristiya girtiyan eqeder dibe. Girtî mudaxaleya tibbî red dikin û tenê destûr didin ku tansiyon û kîloyên wan bên pîvan. Avê bi pereyan didin girtiyan. Koma yekem 93 rojin di grevê de ne. Qirika wan zuha dibe û nikarin bi rêk û pêk razênk. Pergala wan a hêz û teqet kêm bûye. Ji ber vê yekê pir girîng ku rûpoş têxin devê û xwe û şertên wan hijyen be."