ENQERE - Serokê OSYM'e yê berê Ali Demîr jî di navde 20 kes ji doza FETO/PDY binçav kirin.
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê 34 kesan de bi îdîaya "têkiliya wan bi rêxistina çekdar a FETO/PDY'ê re heye" biryara binçavkirinê derxist. Piştî biryarê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Serokê OSYM'ê yê berê Ali Demîr jî di navde 20 kes hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku hêj 6 kes bi awayekî çalak li ser sarê xwe bûn. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê 34 kesan de li Enqere, Stenbol, Edene, Eskişehir, Îzmir, Nevşehir û Trabzonê îro bi biryara 08/04/2019 saet di 06.30'an de biryara binçavkirinê da. Midûriyeta polîsan a Enqere heta niha Alî Demîr jî di navde 20 kes binçavkirin.