Taşdemîr: Divê hikûmet dengê li girtîgehan bilind dibe bibhîze

  • jin
  • 13:57 8 Nîsan 2019
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê hatiye sînorê ku êşên mezin li pêy xwe bihêle. Em bang li hikûmetê dikin ku bi lez tecrîdê rakin. Guh bidin dengê çalakgerên di grevê de û dengê girtiyên di grevê de bibhîze." 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê, rojeva jinan û çalakiyên greva birçîbûnê civîna çapemeniyê pêk anî. 
Taşdemîr, ewil bal kişand ser lehiya ku li Herêma Loristanê rabûye û wiha got: "Li herêma Lolîstanê di encama felaseta lehiyê de li gorî daneyên dewletê 70 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 800 mirov jî birîndar bûne. Sersaxiyê ji malbata hemû kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazim. Mixabin Îranê li hemberî vê felaketê hestiyar nêzîk nebûye. Divê di serî de hikûmeta Îranê û hêzên navneteweyî hestiyar nêzî vê meseleyê bibin û destê xwe dirêjî van însanan bikin. Wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê em ji ber vê felaketê pir xemgîn in. Em li pişt gelê xwe yê Lorîstanê ne. Emê şopdarê bûyerê bin. 
 
‘STRATEJIYA ME HER TIŞT AŞKERE KIR 
 
Taşdemîr, encama hilbijartina 31'ê Adarê jî nirxand û wiha got: "Di dîroka Tirkiye de hilbijartina herî krîtîk bû. Polîtikaya zext û dijminantiyê ya ku AKP'ê di hilbijartinê de pêş dixist hêj didome. Stratejiya ku Partiya me danî holê hemû bê hiqûqî û lîstikên îktîdara AKP'ê teşîr kir û aşkere kir. AKP 7 salin polîtîkayên xwe ji ber encama sindoqan rewa dide xuyakirin. Lê niha encama ku ji sindoqan derketiye qebûl nake. Tenê dema ew bi ser dikeve encama sindoqan rewa ye. Lê dema yê hemberî wî bi ser dikeve encama sindoqan ne rewa ye. Bi zext û hîleyan carek din vîna gel xezp kiriye. Meseleya ku li Stenbolê hefteyek e bi encam name û li Mûşê neqebûlkirina vîna gel encama vê yekê ye. Partiya me 3 salin li dijî van polîtîkayan têkoşînek pir dijwar dide. Stratejiya partiya me hemû polîtîka û lîstikên wan aşkere kir û teşir kir. 
 
‘XWESTIN TÊKOŞÎNA JINÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN' 
 
Taşdemîr, da zanîn ku wekî meclîsa Jinê encama hilbijartinê berfirehî nirxandine û wiha axivî: "Em ê di 12'ê Nîsanê de civîna Meclîsa Jinê pêk bînin. Em ê encama civînê bi raya giştî re parve bikin. Di dîroka welat de îktîdara AKP'ê herî zêde di vê hilbijartinê de serî li gotinên nijadperestî, zayentîperestî û wêdekirinê da. Herî zêde di vê hilbijartinê de gef xwar û neheqî li hemberî xwe kir. Zimanê gef û tundiyê herî zêde bandorek neyînî li ser jinê kir. Ji ber vî zimanî tundiya li jinan hat kirin nehat dîtin. Tundiya namzetê mêr ya li dijî jinan bêtir kûr kir. Ji ber vê yekê zimanê siyaseta ku jinê wekî dijmin dibîne, bandora xwe li ser cihê jinê yê di siyasetê de jî kiriye. Bi taybetî gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yên li dijî Hevseroka me ya Giştî Pervin Buldan, hemû jin kirine hedef. îktîdar bi van êriş û gefan dixaze têkoşîna jinan kriminalize bike. Jinên muxalif, hevşaredar û parlamenterên me yên xebatên hilbijartinê meşandin raste rast bûn hedef. " 
 
JINAN BERSÎVEK MEZIN DA' 
 
Taşdemir, destnîşan kir ku ligel hemû tundî, gef û êrîşên li dijî jinê, dîsa li ber xwe dane û wiha lê zêdekir: “Dema em li encama vê hilbijartinê dinerin, em dibînin ku jinan bi têkoşîna xwe bersîvek xurt daye îktîdara AKP-MHP'ê. Dîsa di vê hilbijartinê de bersîvek dane rejîma yek zilamî. Jinan bi vê peyamê hêviyek mezin kiriye. Jinan û partiya me di vê hilbijartinê de ji bo demokrasiyê rolek mezin lîst." 
 
‘ME DI ŞAREDARIYÊ DE NÛNERTIYA WEKHEV PÊŞ XIST'
 
Daşdemîr, da zanîn ku di nava 319 namzetên HDP'ê de 149 jin bûn û wiha bi dawî kir: “Ev hêjmar qat bi qat ji rêya partiyên din zêdetir e. Namzetên me yên jin performansek pir xurt nîşan dan. Li dijî hişmendiya mêr a siyaset û şaredariyê di rêveberiya bajar de siyasetek nû pêş xist. Hemû şaredariyên ku me stendine tev pergala Hevşaredariyê heye. Di milê nûnertiya jinê de, dema em li siyasetê dinerin partiyên din tev bi bin ketin. 
 
'AKP'Ê POLÎTÎKA ZILMÊ PÊŞ XIST' 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 152 rojin didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya birêz Guven de dest pê kir, her ku diçe belav dibe û hatiye sînorê krîtîk. Bi behan in di grevê de ne. Lê dîsa hikûmet ker kor û lal tev digere. Ji ber bêdengiya hikûmetê li girtîgehan 7 ciwanan çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Sedema vê yekê polîtika hikûmetê ya bêdengiyê ye. Hikûmeta AKP'ê bi nedîtinê carek din polîtîka zilmê dimeşîne. Li şûna rê li pêş mirinê bigire, destûr nedane ku malat cenazeyên xwe defin biki nû şîna xwe dînin. Şîn wekî sûc girtine deste. Armanca vê polîtîka îktîdarê dixwaze heviya gelê kurd a têkoşînê bişkîne. Ji niha û şûnde bêdengiya hekûmetê sûc e. Çalakî hatiye sînorê krîtik û êşan bezintir bike. Dive demek berî demekê hikûmet vê tecrîdê bi dawî bike û daxwazên girtiyan pêk bîne. Wekî meclîsa Jinê ya HDP'ê em dixwazin daxwaza mafdar, hiqûqî û zagonî pêk bînin. Ji bo çareseriya mutlaq divê bi lez bi Îmraliyê re hevdîtin bên despêkirin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/04/2019
15:26 Malbat li gel astengiyên polisan dîsa çalakiya rûniştinê pêk anîn
14:51 Temellî ji YSK'ê got li gorî îçtîhata xwe tevbigere
14:46 Malbatên Girtiyan li Baroya Amedê dest bi grevê kirin
14:38 HDP’ê piştgirî da çalakiya rûniştina nobetê ya malbatan
13:52 Piştî 6 salan li cihê Berkîn Elvan hat kuştin keşf kirin
13:50 Rojnamegerê rastî gefên polîsan hat serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da
13:11 Li Serê Kaniyê jinek hat kuştin
13:09 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê bi milyonan li qadên 1 Gulanê kom bibin
13:06 Li ser sînor cenazeyê 2 zilaman hat dîtin
12:57 Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgur Gundemê hat berdan û carek din hat girtin!
11:49 Tenê gîzme û fanêrê wî li pişt wî ma
11:12 Li Amedê wesayîtek hat şewitandin
11:12 Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist
11:05 HDP: Cudakariyê nexin nava penaberên Sûriyeyî
10:59 Gefa ‘mudaxileya bi zorê’ li Aykûl ê 116 rojin di grev birçîbûnê deye dixwin
10:47 Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’î hatin binçavkirin
10:46 Dîroknas Şefîqe Elî: Leyla Guven pêşenga serdemê ya jinên Kurd e
10:40 Komek jin ji bo Leyla Guven meşiyan
10:28 Hevseroka Odeya Bijîşkên Mêrdînê: Dema xeternak destpê kiriye
10:27 Bi dest kelepçekirî welidî
10:22 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Dive AKP bi Kurdan re nekeve înadê
10:09 Qeyûmê Cizîrê bi lez û bez meydan û rêyan jî dewr kir
09:28 ‘Gelo hemû kes li bendê ye ku 7 hezar kes bimirin?’
09:27 Salîh Tekîn ê hat berdan li mala xwe greva birçîbûnê didomîne
09:26 Malbatên girtiyan ên hatin berdan: Em ê çalakiya xwe bidomînin
09:26 Leyla Guven 154 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:24 'Tenê ne xizmên girtiyan divê her kes bibe dengê vê girtiyan'
09:24 ‘Ji ber tahsîsata meha Nîsanê mazbatayan nadin'
09:23 Dadgehê bi îfadeyên xeyalî ceza li 19 kesan birî
09:18 ‘Em li dora girtiyan bibin xelek'
09:17 Wanî: Mazbatayan bidin, bêhurmetiyê nekin
09:17 Sînmîş ê li malê di grevê de ye: Em bêdeng bin wê cenazeyên din jî derkevin
09:16 Dayika girtiyê her du milên wî tune ne: Daxwaza zarokên me qebûl bikin
09:15 'Bêdengî dikuje, dengê xwe li dengê me zêde bikin'
09:14 Dayikên Aştiyê: Dev ji tecrîdê berdin
09:14 Hosteyê dawî yê palankeriyê
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2019'AN
09/04/2019
20:01 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:07 Polîsan daxuyaniya parêzeran asteng kir
16:46 Ozgokçe: Nedayîna mazbatayan rê li ber rageşiyê vedike
16:37 Li Reqqa di êrîşê de zarok jî heyî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:20 ÎHD binpêkirina li 4 girtîgehan kir rapor: Daxwaza girtiyan pêk bînin
16:20 'Piştî em bariyeran rakin em ê bi gel re biçin şaredariyê’
16:16 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 805’an serlêdan kirin
16:08 Girtiya bi îfadeyên şahidê nepen ê nîne hatibû girtin hat berdan
16:00 Mudaxileyî malbatên girtiyan kirin: Çalakger binçav kirin
15:42 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Gebze dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:15 DÎK: Di ol de tecrîd û cihêkarî tuneye
15:11 Malbata girtî Îdrîs Başaran: Tiştek bibe îdare û dozger berpirs in
15:00 Qeyûm bi 36 milyon TL şaredarî girt û bi 220 milyon deyn li pey xwe hişt
14:49 Îmamoglu: Em dixwazin gavek berî gavekî werin ser rêveberiyê
14:32 Li Silopiya cezayê ‘kelepçeya elektronîk’ dan 2 dayikan
14:15 Uca ji Konseya Ewropa pirsî: Hûn ê li hemberî binpêkirina girtîgehan tedbîrên çawa bistînin?
14:15 Qoseriyan qeyûm qewirand û şaredariya xwe dewr girtin
14:09 Gel Şaredariya Êlihê ziyarat kirin
14:06 HDP ji bo li girtigehan tespît bîke, serî li Komîsyona Meclîsê da
13:41 Soylû derket holê: Qet behsa encamên hilbijartinê nekir
13:40 Oztrak: Bila Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Hundir îstîfa bikin
13:22 Li Girtîgeha Panosê ku çalakiya grevê didome mehek e ava germ nadin
13:19 HDP, HDK, DBP û KCD li Amedê kom bûn
12:54 Mazbatayên hevşaredarên Amedê yên HDP’î nedan wan
12:28 Danişîna doza Rojnameger Polat pêk hat
12:19 'Em bang li gelê xwe dikin ku hêzê bidin vê têkoşîna bi rûmet'
11:48 Jina penaber a ji Sûriyeyê li Bûrsayê kuştin
11:07 Polîsan avahiya HDP dorpêç kir
10:26 Di Adarê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin
09:23 Qeyûmê Cizîrê avahiya şaredariyê dewrî xwe kir!
09:22 Qeyûmê Şemrexê şekir û çaya şaredariyê jî bir
09:22 Biryara bi hincet a Doza Pasûrê şandin navnîşana Tahir Elçî
09:21 Leyla Guven 153 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:21 Em mûçeyekê ku debara xwe pê bikin dixwazin’
09:21 Taşçier: Divê îtifaq berdewam bike
09:20 Ji bo erebokeke destan bajar bi bajar digere
09:20 Sarisaç ê di greva birçîbûnê de: Hêza Kurdan a faşîzmê têk bibe heye
09:19 Wekîl Gergerlîoglû yê bi KHK’ê hat îxraçkirin: Bi vîna gel hatin hilbijartin
09:18 Kanar: Li Îmraliyê înfaza hiqûqa şerê dijminane tê sepandin
09:18 Candemîr: Dixwazin rojnamegeriyê asteng bikin
09:17 ‘Di kolanên Tirkiye û Kurdistanê de bibin dengê me’
09:17 Ocalan ê HDP’î: CPT a pêvajoyê dişopîne hevkarê mirinane
09:15 ‘Encam çi dibe bila bibe divê em mirinan rawestînin’
09:14 Erol Katircioglû: Ger reforma demokrasiyê çêbe aborî de sererast bibe
09:00 ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2019'AN
08/04/2019
23:11 Leyla Guven hêjayî xelata Îbrahîm Ehmed hate dîtin
22:42 Li Tebqayê teqîn: Welatiyek mir, 4 jî birîndar bûn
17:44 Serokê DYA Trump, muhafizên Şoreşa Îranê wekî rexistina terorê qebûl kir
17:16 Mazbataya Hevşaredarên Mêrdînê nadin wan
17:07 Hevşaredarên Qersê Bîlgen û Alaca piştî mazbata girtin dest bi kar kirin
16:55 MHP'ê ji bo betalkirina encama hilbijartina Îdirê serî li YSK'ê da
16:31 Şaredarê Dersimê dîwarê qeyûm hilweşand
15:44 Bîanetê pirtûka destan a Nûçegihaniya Zarokparêz çap kir
15:28 Dê dosyeyên doza greva birçîbûnê bibin yek
15:12 Rêxistinên demokratîk ên Wan û Mêrdînê: Berpirsiyarê mirinê hiktûmet e
14:56 Hevşaredarên Êlihê şaredariyê dewr girtin û qoltixê qeyûm derxistin derve
14:18 Serokê OSYM'ê Ali Demîr binçav kirin
14:05 Dayikên Aştiyê: Êdî bes e vî dengî bibîhîzin
13:57 Taşdemîr: Divê hikûmet dengê li girtîgehan bilind dibe bibhîze
13:49 Xizmên girtiyan çûn sersaxiya Pamay
13:36 10 malbatên cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin serlêdan kirin
13:17 Dema binçavkirina Hevserokê HDP’a Qaqizmanê hat dirêjkirin
13:08 CHP'ê ji bo mazbata Îmamoglu serlêdan kir