ŞIRNEX - Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, çûn sersaxiya malbata Mehsûm Pamay ê ji bo şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî.
Sersaxiyên ji bo malbata Mahsûm Pamay ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê dawî li jiyana xwe anî, îro jî berdewam kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê, xizmên girtiyên di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dene û Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, malbata Mahsûm Pamay a li Taxa Nûrûllah a Cizirê rûdinin ziyaret kirin.
Dayikên girtiyan sersaxî ji malbatê re xwestin û gotin ew êşa wan parve dikin.