STENBOL – Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, ji bo mazbata Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bigirin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.
Seroka Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu û Serokê ÎYÎ-Partî yê Stenbolê Bugra Kavunducu ji bo mazbata Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bistînin daxwazname da Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê. Serokên CHP'ê û ÎYÎ Partî ji bo mazbata bistînin çûn Edliyeya Çaglayanê. Di daxwaznameyê de diyar kirin ku li gorî daneyên dawî yên YSK'ê Ekrem Îmamoglu, 4 milyon û 169 hezar û 967 den stendine û xwestin mazbatê bidin Îmamoglu."
Seroka CHP'ê ya Stenbolê diyar kir ku heta serê sibê ji sedî 91 dengên ku nehatibûn hesibandin ji nûve hatin jimartin û li gel ku ji sedî 91 deng ji nûve hatin jimartin jî dîsa ferq 15 hezar û 494 e. Hemû dengê nehatine hesibandin bên jimartin jî dîsa encam nayê guhertin.