ÊLIH – Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr piştî di Hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser ketin, hefteyek şûnde mazbata xwe girtin. Li bendê ye ku girse ji avahiya HDP'ê bimeşin şaredariyê.
Hevşaredarên HDP'ê yên Êlihê, di hilbijartina 31'ê Adarê de ji 181 hezar û 767 dengan 119 hezar û 840 deng stendin û bi rêjeya ji sedî 66 dangan Şaredariya Êlihê qezenç kirin. Hevşaredarên Êlihê yên nû Songul Korkmaz û Mehmet Demir, ji bo mazbata xwe bigirin çûn Edliyeya Êlihê. Hevşaredar piştî çûn Saziya Hilbijartina Navçeya Navendî mazbata xwe girtin. Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Necdet İpekyuz, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî jî ligel Hevşaredar Korkmaz û Demîr hatin edliyê. Hevşaredar Korkmaz û Demîr, piştî mazbata girtin, girsê li Lijneya Hilbijartinê li çepikan dan û ji wir derbasî avahiya HDP'ê ya Êlihê bûn.
Li bendê ye ku girse ji avahiya HDP'ê ya Êlihê bimeşin avahiya Şaredariyê ya Êlihê.