ÎZMÎR / ENQERE – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş mazbatayên xwe wergirtin.
Di hilbijartina xwecihî de li Enqereyê û Îzmîrê namzetên CHP’ê bi ser ketin û bûn serokên şaredariyên bajarê mezin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer çû edliyeyê û mazbata xwe wergirt. Soyer dema mazbata xwe wergirt wiha got: "Îro ez vê wezîfeyê dewr digirim. Lê ez vê jî dizanim ev nobedariyek e û ez ê vê nobedariyê bi berpirsiyariyek mezin bigirim. Ez ê bi serbilindî bixebitim."
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş jî îro çû edliyeyê û mazbata xwe wergirt. Yavaş got: “Ez vê mazbatayê li ser navê şêniyên Enqereyê werdigirim. Aqûbet li serê Stenbolê be jî.”
Yavaş dê saet di 15.30’anm de biçe Anitkabîrê gora Ataturk ziyaret bike û pişt re jî dê ji wir heta avahiya Şaredariya Enqereyê bimeşe.