ŞIRNEX – Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu ku di hilbijartina xwecihî de ji sedî 77 deng bi ser ketibûn mazbata xwe wergirtin.
Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu ji sedî 77 ên dengan bi ser ketibûn û bûn hevşaredarên Cizîrê. Zirig û Kutlu ji bo mazabata xwe werbigirin li gel Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê û rêveberiya HDP’ê ya Navçeyê çûn Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê.
Zirig û Kutlu çûn hundir û silav dan yek bi yek xebatkarên edliyeyê û ji welatiyan re serkeftin xwestin û mazbata xwe wergirtin.
LI SER NAVÊ LEYLA ÎMRET DAN
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û Hevşaredarê berê yê Cizîrê Kadîr Konur li ser navê Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret mazbata dan hevşaredar Zirig û Kutlu û serkeftin ji wan re xwestin.
Piştî wergirtina mazabatayê li ber edliyeyê wêneyê komî hat kişandin. HDP’î pişt re derbasî avahiya HDP’ê ya Navçeyê bûn.
Hevşaredar Zirig û Kutlu piştî saet 13.00’an dê li gel welatiyan biçin avahiya Şaredariya Cizîrê ya ku ev 3 sal in ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin.