MÛŞ - Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin mezbatên xwe girtin.
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gimgim a Mûşê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin ku ji sedî 44.98 deng girtin û qezenc kirin mezbatên xwe girtin. Dema ku hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê ketin avahiya şaredariyê, bal kiş bû ku maşîneyên zirxî ji şaredariyê derketin.
Karaaslan û Yalçin dûr pîrozbahî qebûlkirin.