Li her buhusta axa Koço şopên fermanê tê dîtin

  • rojane
  • 11:25 12 Mijdar 2017
  • |
img

ŞENGAL - Ajansa Mezopotamyayê çû gundê Koço yê cihê ku DAIŞ'ê destpêkê li wir komkujî pêk anî, şopên fermana 73'yan qeyd kir. Li gund bêdengiya mirinê heye û tu kes lê najî. Gund hatiye serobinkirin û 11 gorên komî li herêmê ne. Kesên ku destpêkê dîl hatin girtin, li dibistanaku tên komkirin, wêne tên daliqandin.

Di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî civaka êzidî ya li Şengalê komkujiyek hovane pêk hat û ev wekî fermana 73'yan derbasî dîrokê bû. Lê komkujiya li gundê Koço yek jî komujiya herî mezin bû. DAIŞ'ê dema bi ser gundê Koço de girt, ji 7 salî heta 70 salî hemû welatî dîl girt û kom bi kom ew qetil kirin. Ajansa Mezopotamyayê çû gundê Koço û li gundê ku kes lê najî, şopên hovîtiya DAIŞ'ê qeyd kir.
 
GUNDÊ KOÇO LI KU YE
 
Gund Koço dikeve başûrê Şengalê û 8 kîlometreyan dûrî navendê ye, di heman demê de beşeke Deşta Mûsilê ye. Di aliyê rojhilatê Koço Tel Afer, rojavayê wê Beac (El Ba'aj) cih digire. Gundê Koço di heman demê de sînorê di navbera ereb û êzidiyan de ye, wekî tîpa U li dora gundên ereban belav bûye. Hezar û 700 nifûsa wê heye û 3'yemîn gundê ku DAIŞ'ê êrîş kiriye gundê Koço ye. 2 gundên ku bûne hedefa DAIŞ'ê jî gundên Gizêr û Siba ye.
 
FERMAN ÇAWA PÊK TÊ?
 
Di roja destpêkê a fermanê de her çendî gundiyên Koçoyê direvin jî lê erebên li derûdora wan bi DAIŞ'ê re tev digerin û wan radiwestînin. Koçoyî baweriya xwe bi erebên kirîvên xwe tînin, dema DAIŞ dikeve gund jî tu bersivê nadin wan. Erebên li derûdorê bi gotinên wekî "Neçin, dê tiştekî bi we nekin. Dê we bigihînin çiyê" û wan dixapînin. Piştî pere, zêr û milkên wanên bi nirx ji destên wan tê girtin, çekên wan jî tên standin. Wan li dibistana bi rengê zer kom dikin, wekî mêr, jin, zarok wan kom bi kom ji hev vediqetînin.
 
HEMÛYAN DIDIN BER GULEYAN
 
Piştre bi kamyon û maşîneyên bi kase, komên 15-20 kesan dibin derveyê gund, bi guleyan hemûyan qetil dikin. Bi dengê guleyan re kesên li dibistanê dibihîsin ku komkujiyê dest pê kiriye. DAIŞ hin kesan înfaz dike û hin kesan jî bi zindî bin ax dike. DAIŞ jinan hildibjêre bi zarokên ku dê bên perwerde bi xwe re dibin, yên din bi tevahî tên qetilkirin. Wê rojê tenê 2 kes ji komkujiyê rizgar dibin.
 
ÇIMA GUNDÊ KOÇO?
 
Em pirsa "Çima fermana herî mezin li gundê Koço pêk hat?" ji şengaliyan dipirsin, bersiva wê wiha didin: "Wan baweriya xwe bi erebên kirîvên xwe anîn. Ji gund derneketin. Xwe neparastin. Ji ber wê kî/ê hebû hemû hatin qetilkirin." Tê gotin ku yên serkêşiya vê dikirin eşîra ereban a Mitêwiteyê bû. Hin endamên Eşîra Mitewiteyê li herêmê wekî emîrên DAIŞ'ê tên zanîn.
 
TU KES LÊ NAJÎ
 
DAIŞ gundê Koçe bi erdê re dike yek û hemû derî û şibekeyan dişkîne. Hin malên êzidiyan tê şewitandin, hin malên wan jî wekî noqteyên leşkerî yên DAIŞ'ê tên xebitandin. Niha li gundê Koço tu kes tune. Piştî gund 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de dimîne, di 25'ê Gulana 2017'an de Heşdî Şabî gund ji DAIŞ'ê rizgar kir. Li gundê di bin kontrola Heşdî Şabî de tenê noqteyeke leşkerî heye.
 
GORÊN KOMÎ
 
Hêj li gund bendengiya komkujiyê heye. Di kolan û kuçeyan de zindî tune ne. Gundê ku hatiye serûbinîkirin, 11 gorên komî lê hene. Di van gorên komî de çend cenaze hene kes nizane. Tê texmînkirin ku di gora mezin de 200 kesên hatin qetilkirin hene. Gorên komî ji kolanên hatin kirin û axa hindik a li ser cenazeyan tên famkirin. Piştî gund tê rizgarkirin, gorên komî bi çîtên hêsinan derdora wan tê girtin.  
 
XWE DI BIN CENAZEYAN DE VEŞART Û JI KOMKUJIYÊ XELAS BÛ
 
Yek ji şervanên êzidiyan Nîçman Suleyman li gundê Tel Qesep ê Şengalê dijî û herêmê diparêze, xalê wî ji komkujiya Koço rizgar dibe. Hewl didin xalê Suleyman bi saxî di gorên komî de defin bikin, lê xwe di bin cenazeyan de vedişêre û xelas dibe. Suleyman bi me re li gund digere, tê ser gora ku dixwazin xalê wî lê veşêrên û bûyerê yek bi yek ji me re vedibêje. 
 
Suleyman bal dikişîn ser reva pêşmergeyan a ji gundê Koço û wiha axivî: “Gundê Koço gundê herî dûrî yê êzidiyan e. Li derdora gund piranî ereb hene. Ew êzidiyan nas dikin. Wan got ku DAIŞ tiştekê bi we nake. Ji ber vê yekê kes ji gund derneket. Gava DAIŞ ket gund hemû li dibistanê kom kirin û ji wan re gotin ‘em ê we rêkin çiya.’ Piştre ji wan xwestin hemû bibin misilman. Gava wan ev yek qebûl nekirin, hemû qetil kirin. Bi komî ew birin û li cihên cuda gule li wan reşandin. Xalê min jî di nava wan de bû. Navê wî Xalit bû. Xalê min di nava vê gengaşiyê de xwe binê cenazeyan de vedişêre û xelas dibe. Bi wî re kesek din jî xelas dibe. Niha li Zaxoyê dijî.” 
 
ÊSÎRÊN LI DIBISTANÊ KOM KIRIN WÊNEYÊN WAN DALIQANDIN
 
Saziya Ezda ya navenda wê li Ewropayê ye û têkildarî êzidiyan xebatan dimeşîne, dibistana ku DAIŞ’ê welatiyên Koço lê kom kiribû, kir muze. Wêneyên 254 gundiyên ku DAIŞ’ê ew qetil kirin, li dibistanê daliqand, nav û paşnavên wan li ser nivîsandin. Ji zaroka bigirin heya ciwanan, ji jinan heya pîr û kalan wêneyên hemûyan hene.   
 
MALBATA NADYA MURAT JÎ HEYE
 
DAIŞ’ê gundiyên ku êsîr girtin, jin û zarok di devê derî de, zilam jî qata destpêkê kom dikir. Kes destê xwe li tiştên dibistanê nade. Şimik û fîstanên jinan ên sor hîna wisan li erdê ne. Derî û paçên dibistanê şikestî ne. Di nava wêneyên daliqandî de wêneyê dayik, xwûş û birayên Nadya Murad ku di fermandê de êsîr hat girtin û piştre hat rizgarkirin jî hene. 
 
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan
 
 
 

Sernavên din

14/11/2017
14:45 Bîlgen: Hesabê maşîneyên Şaredariya Konya ya li Reqqa bidin gel
14:31 Îro jî li Kolana Yukselê 4 kes hatin binçavkirin
14:04 Doza hekîmên Geziyê betal bû
13:15 Binçavkirina xwendekaran hefteyek din dirêjkirin
13:09 Bîlançoya erdhejê her ku diçe giran dibe
13:02 Hewlêr referandûm bi fermî betal kir
12:33 Ji bo xatirê alîkarê wezaretê lewheya kurdî rakirin
12:26 SÎHA berdan mih bi koordînê vê girêdan!
11:57 Li Kadikoyê kesek di otomobîlê de mirî hat dîtin
11:56 Bi hinceta 'bê rayeyiyê' du dozên Yuksekdag şandin Enqereyê
11:28 Li AYM’ê qilqaliya DMME’ê: Biryar hemû wekîlên girtî eleqedar dike
11:19 Jin di lendê de hev dibînin: Em ê ji şideta mêr re serî netewînin
11:08 Parêzerên Ocalan cara 704'emîn serlêdan kirin
11:05 Dêra Ermenî terkî qedera wê hat kirin
10:57 Ehmed: Gav bi gav modela me bandora xwe li ser tevahiya Sûriye dike
10:37 5 navendên leşkerî yên Îranê ku 70 hezar çekdaran pêk tê li Sûri ne
10:27 Boblîsok li Antalyayê rabû
10:25 Kesên li dijî jin û zarokan sûc dikirin avêtine vê zindanê
10:03 Bi çekê êrîşê avahiya HDP'ê kirin
10:01 Li Rojava Rojên Sînemayê
09:38 Mislimanên Antîkapîtalîst: Erdogan kurdan terorîst dibîne
09:37 Bi bavê xwe re dest pê kir, niha tevî keça xwe dewam dike
09:36 Ji ber êrîşan dev ji dibistanê berda
09:35 Hîn jî li Dîlokê komeleyên DAIŞ'ê çalak in
09:34 ‘Rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê ve dê pirsgirêkan çareser bike'
09:33 Bi ajotina duçerxeyan nîşan didin ku ew perçeyeke ji ekolojiyê ne
09:32 Rîtma xwezayê, ruhê zarokan û bandora kujende ya qeyûman
09:29 Di pêşangehê de eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên teoriya peresan hebû
09:16 Qeyûm pereyê amediyan beradayî xerc dike
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2017'AN
13/11/2017
18:49 Selçuk Kozagaçli hat girtin
16:59 Hêjmara mirî û ziyana erdheja Kirmaşanê zêde dibe
15:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Îzmirê dê bi cureyên din bidome
15:38 HDP: Piştevanî êşan sivik dike
15:31 Di 2 salan de li 92 endamên ÎHD’ê 100 lêpirsîn hat vekirin
15:16 Di erdhejê de zêdeyî 300 kes mirin
14:59 Li Bêgirê bi dehan kes hatin binçavkirin
14:44 Girtiyê nexweş Babaoglu emeleyat bû
14:43 Ji Heyva Sor a Kurdistan banga hawarê
14:37 Li Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:37 Nexweşxaneya Acibademê xebatkar Ilgar ji kar dûr xistin
14:27 Operasyona li Bestayê dewam dike
13:53 YPG’ê malbatên DAIŞ’iyên Rûs radestî Rûsyayê kir
13:47 Erdogan li dijî qebûlkirina kurdan diçe Rûsya
12:45 Bertekên li dijî midura got 'Berdin bila bisekitin' zêde dibin
12:34 Ji KCD, DBP û TJA daxuyaniyên erdhejê: Roj roja piştevaniyê ye
12:33 Rûniştina doza komkujiya li Pirsûsê dest pê kir
12:17 Xwendekar di hedefa polîs, rektor û nijadperestan de ne
12:10 Qeyûmê li Colemêrgê rê kolan û wisa hişt
12:05 Nivîskar Duman ê girtî 3 roj şûnde rakirin nexweşxanê
11:52 Zarokên gelan Amûdê ji tarîtiyê diparêzin
11:04 Li Enqerê operasyona medyaya civakî
10:48 DBP'ê banga piştevaniyê kir
10:30 Waliyê Kirmaşanê 3 roj şîn îlan kir
10:30 Li dijî qedexeya pirtûkan kampanyaya nameyan
10:27 Bi tembûra lîstokê heya êvarî stran Kobanê distrê
09:56 Helepçe dîsa hejiya
09:27 Dîmenê kuştina 5 sivîlên li Lîcê bi ku de çû?
09:26 Dayika 12 zarokan Bor: Karibim ez dê 12 zarokên din çêkim
09:25 Dozger hewce bi lêpirsîna kuştina zarokên Cizîrê nedît
09:24 Tanrikulu MST TV vegot: Her zilm zêde bibe xerabtir dibe
09:24 Rewşa nexweşê epîlepsî giran dibe û nayê berdan
09:23 'Jiyana jinan ne dibin yekdestdariya we deye'
09:22 Ji Fabrîqeya Şanoyê 2 lîstikên nû
09:19 MUÇEP: Divê enerjî ne şer aştiyê bafirîne
09:18 Koptaş: Di xeta AKP'ê de çand û huner pêş nakeve
09:17 Ne hilberîna zêde hilberîna rast temen dirêj e
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2017'AN
07:59 Li Kirmanşahê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan
12/11/2017
22:43 6 kesan li Kirmanşanê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan
21:53 Silêmaniyê 7.3 pêl hejiya
21:20 Buldan: Pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye
20:11 Polîs li Geverê çi dikolin
18:36 Parlamenterê HDP'ê Baydemir berdan
17:15 Wekîlê HDP'ê Ayhan: Tekane rojeva me rakirina tecrîdê ye
16:56 Kesekî du zarokên xwe qetil kir û întixar kir
16:41 Cerebeyên Rojava vegot: Şoreşek mezin pêk hat
15:53 Encama xelatên çîrokên Şerzan Kurt aşkere kirin
15:47 Çalakiya grevê koma nû dewr girt
14:31 Di roja dawî de eleqeya ji bo TUYAP'ê zêde bû
14:14 Jinên Amedî li dijî talankirina xwezayê pedal zivirandin
14:08 Li Kolana Yukselê êrîş: 7 kes hatin binçavkirin
14:04 Gelek kes li Bismil hatin binçavkirin
13:49 Greva birçîbûnê ya Wanê bi dawî bû
13:42 Qedexe 4 taxên Mêrdînê rabû
13:34 Qeyûmê Mêrdînê ‘Rêveberiyên cewherî’ rakir
13:20 Gerîlayê Fîlîpînê Danîlo Borjan: Desthilatdarî nade, em distînin
12:14 Endamê HDP'ê bi hevjîna xwe re hat binçavkirin
12:03 Bîlgen: Tecrîd, dijderketina li dijî pêşketinên Rojhilata Navîn e
11:40 Xebatkara Rojnameya Welat hat binçavkirin
11:25 Li her buhusta axa Koço şopên fermanê tê dîtin
10:35 Piştî hezazê buhayê komirê zêde bû
10:08 Trênê li mînîbûsê da: 2 kes mirin 2 kes birîndar bû
10:04 Heta 15 salan ji xebatkarên Azadiya Welat ceza tê xwestin
09:57 Zarokê 4 salî yê ket çalika şaredariyî vekirî, mir!
09:53 Qeyûmê Mêrdînê 'Xwerêveberiyên cewherî' parast
09:52 Polîsan got ‘hûn hemû ermenî ne’, nehiştin cenaze bê şûştin
09:49 TJA: Li hemberî hebûna jinê qirkirinek heye
09:27 ‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’
09:26 Qedexeyê mala wan xera kir û nikare derman bibe