Li her buhusta axa Koço şopên fermanê tê dîtin 2017-11-12 11:25:39 ŞENGAL - Ajansa Mezopotamyayê çû gundê Koço yê cihê ku DAIŞ'ê destpêkê li wir komkujî pêk anî, şopên fermana 73'yan qeyd kir. Li gund bêdengiya mirinê heye û tu kes lê najî. Gund hatiye serobinkirin û 11 gorên komî li herêmê ne. Kesên ku destpêkê dîl hatin girtin, li dibistanaku tên komkirin, wêne tên daliqandin. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî civaka êzidî ya li Şengalê komkujiyek hovane pêk hat û ev wekî fermana 73'yan derbasî dîrokê bû. Lê komkujiya li gundê Koço yek jî komujiya herî mezin bû. DAIŞ'ê dema bi ser gundê Koço de girt, ji 7 salî heta 70 salî hemû welatî dîl girt û kom bi kom ew qetil kirin. Ajansa Mezopotamyayê çû gundê Koço û li gundê ku kes lê najî, şopên hovîtiya DAIŞ'ê qeyd kir.   GUNDÊ KOÇO LI KU YE   Gund Koço dikeve başûrê Şengalê û 8 kîlometreyan dûrî navendê ye, di heman demê de beşeke Deşta Mûsilê ye. Di aliyê rojhilatê Koço Tel Afer, rojavayê wê Beac (El Ba'aj) cih digire. Gundê Koço di heman demê de sînorê di navbera ereb û êzidiyan de ye, wekî tîpa U li dora gundên ereban belav bûye. Hezar û 700 nifûsa wê heye û 3'yemîn gundê ku DAIŞ'ê êrîş kiriye gundê Koço ye. 2 gundên ku bûne hedefa DAIŞ'ê jî gundên Gizêr û Siba ye.   FERMAN ÇAWA PÊK TÊ?   Di roja destpêkê a fermanê de her çendî gundiyên Koçoyê direvin jî lê erebên li derûdora wan bi DAIŞ'ê re tev digerin û wan radiwestînin. Koçoyî baweriya xwe bi erebên kirîvên xwe tînin, dema DAIŞ dikeve gund jî tu bersivê nadin wan. Erebên li derûdorê bi gotinên wekî "Neçin, dê tiştekî bi we nekin. Dê we bigihînin çiyê" û wan dixapînin. Piştî pere, zêr û milkên wanên bi nirx ji destên wan tê girtin, çekên wan jî tên standin. Wan li dibistana bi rengê zer kom dikin, wekî mêr, jin, zarok wan kom bi kom ji hev vediqetînin.   HEMÛYAN DIDIN BER GULEYAN   Piştre bi kamyon û maşîneyên bi kase, komên 15-20 kesan dibin derveyê gund, bi guleyan hemûyan qetil dikin. Bi dengê guleyan re kesên li dibistanê dibihîsin ku komkujiyê dest pê kiriye. DAIŞ hin kesan înfaz dike û hin kesan jî bi zindî bin ax dike. DAIŞ jinan hildibjêre bi zarokên ku dê bên perwerde bi xwe re dibin, yên din bi tevahî tên qetilkirin. Wê rojê tenê 2 kes ji komkujiyê rizgar dibin.   ÇIMA GUNDÊ KOÇO?   Em pirsa "Çima fermana herî mezin li gundê Koço pêk hat?" ji şengaliyan dipirsin, bersiva wê wiha didin: "Wan baweriya xwe bi erebên kirîvên xwe anîn. Ji gund derneketin. Xwe neparastin. Ji ber wê kî/ê hebû hemû hatin qetilkirin." Tê gotin ku yên serkêşiya vê dikirin eşîra ereban a Mitêwiteyê bû. Hin endamên Eşîra Mitewiteyê li herêmê wekî emîrên DAIŞ'ê tên zanîn.   TU KES LÊ NAJÎ   DAIŞ gundê Koçe bi erdê re dike yek û hemû derî û şibekeyan dişkîne. Hin malên êzidiyan tê şewitandin, hin malên wan jî wekî noqteyên leşkerî yên DAIŞ'ê tên xebitandin. Niha li gundê Koço tu kes tune. Piştî gund 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de dimîne, di 25'ê Gulana 2017'an de Heşdî Şabî gund ji DAIŞ'ê rizgar kir. Li gundê di bin kontrola Heşdî Şabî de tenê noqteyeke leşkerî heye.   GORÊN KOMÎ   Hêj li gund bendengiya komkujiyê heye. Di kolan û kuçeyan de zindî tune ne. Gundê ku hatiye serûbinîkirin, 11 gorên komî lê hene. Di van gorên komî de çend cenaze hene kes nizane. Tê texmînkirin ku di gora mezin de 200 kesên hatin qetilkirin hene. Gorên komî ji kolanên hatin kirin û axa hindik a li ser cenazeyan tên famkirin. Piştî gund tê rizgarkirin, gorên komî bi çîtên hêsinan derdora wan tê girtin.     XWE DI BIN CENAZEYAN DE VEŞART Û JI KOMKUJIYÊ XELAS BÛ   Yek ji şervanên êzidiyan Nîçman Suleyman li gundê Tel Qesep ê Şengalê dijî û herêmê diparêze, xalê wî ji komkujiya Koço rizgar dibe. Hewl didin xalê Suleyman bi saxî di gorên komî de defin bikin, lê xwe di bin cenazeyan de vedişêre û xelas dibe. Suleyman bi me re li gund digere, tê ser gora ku dixwazin xalê wî lê veşêrên û bûyerê yek bi yek ji me re vedibêje.    Suleyman bal dikişîn ser reva pêşmergeyan a ji gundê Koço û wiha axivî: “Gundê Koço gundê herî dûrî yê êzidiyan e. Li derdora gund piranî ereb hene. Ew êzidiyan nas dikin. Wan got ku DAIŞ tiştekê bi we nake. Ji ber vê yekê kes ji gund derneket. Gava DAIŞ ket gund hemû li dibistanê kom kirin û ji wan re gotin ‘em ê we rêkin çiya.’ Piştre ji wan xwestin hemû bibin misilman. Gava wan ev yek qebûl nekirin, hemû qetil kirin. Bi komî ew birin û li cihên cuda gule li wan reşandin. Xalê min jî di nava wan de bû. Navê wî Xalit bû. Xalê min di nava vê gengaşiyê de xwe binê cenazeyan de vedişêre û xelas dibe. Bi wî re kesek din jî xelas dibe. Niha li Zaxoyê dijî.”    ÊSÎRÊN LI DIBISTANÊ KOM KIRIN WÊNEYÊN WAN DALIQANDIN   Saziya Ezda ya navenda wê li Ewropayê ye û têkildarî êzidiyan xebatan dimeşîne, dibistana ku DAIŞ’ê welatiyên Koço lê kom kiribû, kir muze. Wêneyên 254 gundiyên ku DAIŞ’ê ew qetil kirin, li dibistanê daliqand, nav û paşnavên wan li ser nivîsandin. Ji zaroka bigirin heya ciwanan, ji jinan heya pîr û kalan wêneyên hemûyan hene.      MALBATA NADYA MURAT JÎ HEYE   DAIŞ’ê gundiyên ku êsîr girtin, jin û zarok di devê derî de, zilam jî qata destpêkê kom dikir. Kes destê xwe li tiştên dibistanê nade. Şimik û fîstanên jinan ên sor hîna wisan li erdê ne. Derî û paçên dibistanê şikestî ne. Di nava wêneyên daliqandî de wêneyê dayik, xwûş û birayên Nadya Murad ku di fermandê de êsîr hat girtin û piştre hat rizgarkirin jî hene.    MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan